Li Efrînê grûpên çekdar kalemêrekî Kurd girt

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar kalemêrekî Kurd ji gundê Elemdarayê yê nahiyeya Racoyê girt.

Çavkaniyeke ji gundê Elemdarayê ji Rûdawê re got ku roja sêşemê, “Îstixbarata Polîsên Sivîl” pîremêrê Kurd Elî Omerê 71 salî girt.

Heman çavkaniyê da zanîn ku Elî Omer bi tohmeta berî 6 salan pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re hebûye û di televîzyoneke Kurdî de axifiye hatiye girtin.

Bi gotina çavkaniyê, îstixbarata çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ew pîremêrê Kurd bir bargeha xwe ya li Racoyê û ew heta niha girtî ye.

Çekdarên Siltan Muradê jî servîseke rêwiyan li gundê Xaltayê da sekinandin şofêr û kesekî din girtin.

Çekdarên wê grûpê çûne garaja gundê Xaltayê yê Efrînê û navê kesên ku bi wê servîsa rêwiyan de bû  hemû birine û niha ew li wan kesan digerin da ku wan bigirin.

Heta niha 4 kes ji gundê Gewrika û 9 kes ji gundê Keferdelê hatine girtin.