Şirnex: Şaredariyê ji bo veguhastina cenazeyê jineke 75 salî otomobîl neda

27-01-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê şaredariyê otomobîla cenazeyan neda malbata jineke 75 salî ya ku canê xwe ji dest da.

Emîne Gulera 75 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê canê xwe ji dest da.

Malbata Emîne Gulerê ji şaredariyê xwest ku otomobîla cenazeyan bidin wan da ku ew cenazeyê wê bibin gund veşêrin.

Şaredariya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin bi sedema “şert û mercên hewayê yên xirab û deriyê goristanê teng e otomobîl nikare bikeve goristanê” otomobîl ne da wan.

Malbatê bi derfetên xwe di dawiya otomobîlekê de cenazeyê Emîne Gulerê bir gund û veşart.

Derbarê vê yekê de Samî Aslanê xizmê Emîne Gulerê li ser hesabê xwe yê tora civakî nivîsî:

“Şaredariya Şirnexê îro sibehê demjimêr 7:00an heta demjimêr 09:30ê otomobîlek ji me re neşand. Otomobîlek neşand ku cenazeyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bigire û bigihîne gundê Dehlabiyê yê ser bi navenda bajêr.

Em neçar man cenazeyê bi derfetên xwe yên şexsî û bi otomobîleke şexsî bigihînin gund. Bi hincetên otomobîlek tekerê wê teqiyaye ya din jî şofêrê wê nîne ji me re otomobîl neşandin.

Hemû alîgirên wan in. Kes ne li ser erkê xwe ye, kes nikare gotina xwe bide ferzkirin. Xizmeta ku Şaredariya Şirnexê ji xelkê re dike ev e.”

Parlementerê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez peyama Samî Aslan li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir.

Ji aliyê medyaya Tirkiyeyê û xwecihî ve jî ev nûçe hat belavkirin û bû sedema nerazîbûn û bertekan.

Piştî wê Şaredariya Şirnexê ya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand:

“Agahiya mirin û veguhastina cenazeyê wê jinê ne demjimêr 07:00an demjimêr 08:11an gihiştiye me.

Piştî gihiştina agahiyê tîmên me tevî hemû şert û mercên nebaş ên hewayê bi hawara wan ve çûne û otomobîla cenazeyan demjimêr 9:00an li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê amade bûye.

Malbatê tevî ku tîmên me li wir bûne jî xwestiye bi derfetên xwe cenazeyê bibin gund.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst