Serok Barzanî xizmên Pêşrew Dizeyî pêşwazî kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê xizmên Pêşrew Dizeyî pêşwazî kirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî ragihand ku kuştina Pêşrew Dizeyî û mûşekbarankirina mala wî ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê, “Ew tawan zilmeke mezin a li hemberî malbata şehîd Pêşrew Dizeyî û gelê Kurdistanê bû.”

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de kesayetiyê naskirî yê Herêma Kurdistanê Muhsîn Dizeyî spasiya piştevanî û helwesta Serok Barzanî kir û got:

“Ji roja yekem ve ew karesata wek xema xwe zaniye û herwiha spasiya amadebûna Serok Barzanî li merasîma oxirkirina şehîdên vê bûyera diltezîn kir.”

Baregeha Barzanî herwiha da zanîn ku Ebdullah Mecîd Dizeyî li ser navê xwe û malbata xwe pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û soz da ku ew dê li ser rêya şehîd Pêşrew Dizeyî ji bo serkeftin û xizmetkirina gelê Kurdistanê berdewam be.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva duşemê 15ê Kanûna Paşîna 2024an, 11 mûşekên balîstîk avêtin mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî yê li Hewlêrê û di encamê de ew bi xwe, keça wî ya 11 mehî, hevalek û xizmetkareke wî canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.