Geştyar di zivistana dijwar de jî berê xwe didin Girava Axtamarê

Hewlêr (Rûdaw) – Girava Axtamarê ye li navçeya Westana Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi berfê xemiliye.

Piştî rêwîtiyeke nîv demjimêran digihên giravekê ku di nav şînkahiya deryayê de kirasekî spî li xwe kiriye.

Hejmarek geştyarên navxwe û biyanî di zivistana dijwar de jî serdana giravê kirin.

Geştyar Sîbel Yigitê anî ziman:

“Me xwest bajarên rojhilatê welatê xwe jî bibînin. Em hatin Wanê, ji bo dîtina vê derê em ewqasî rê hatin lê hêja ye.

Pêşniyara min her kes vê derê bibîne, bi taybetî jî zivistanê dîmenên bêhempa hene.”

Dema geştyar derdikevin lûtkeya giravê, Gola Wanê û Çiyayê Artosê bi heybeta xwe ligel dîmenên giravê dibin yek û wek tabloyekê hev temam dikin.

“Divê rêveberî zêdetir vê derê bidin naskirin”

Geştyar Saît Ravanoglu jî got:

“Em wek grûpekê hatin vê derê. Cara duyemîn e ez têm Wanê. Her ku ez têm careke din evîndarê Wanê dibim.

Ji ber ku aliyên wê yên em nizanin keşif dikin û hestên min cuda dibin, ev jî zêdetir min kêfxweş dike.

Beriya niha ez nehatibûm Girava Axtamarê, dîmenên wê bêhempa ne. Divê rêveberiyên xwecihî zêdetir vê derê bidin naskirin.”

Girava Axtamarê yek ji wan cihên geştyarî ye ku geştyar di hemû demsalan de bi beleman diçin wê derê.

Li wê giravê dêrek heye ku sala 915an bi fermana Şahê Gagîkê Yekem hatiye avakirin. Ji ber vê yekê salane hejmareke zêde ya geştyarên Xirîstiyan jî diçin wê derê.

Ji bilî Girava Axtamarê 3 giravên din ên bi navên Çarpanak, Adir û Kuşadalari jî di nav Gola Wanê de hene.

Li gorî amarên Rêveberiya Çand û Geştyariyê ya Wanê sala 2023yan zêdetirî 250 hezar geştyarî çûne navçeyê.