Mûş: Kargehek şekir berhem tîne û hinardeyî Îraq û Başûrê Kurdistanê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê kargeheke berhemanîna şekir îsal cara yekem dest bi hinaredaya berhemê xwe kiriye.

Berê hejmarek ji yekem barhilgirên wê hinardeyê jî li Îraq û Herêma Kurdistanê ye.

Rêveberê Giştî yê Kargeha Berhemanîna Şekir Turgut Kizilkaya got:

“Yekem barhilgirên me yên hinardeyê hatin barkirin. Me dest bi yekem hinardeya xwe ya ji bo Îraq û Sûriyeyê kir.

Em dê derdora 18 hezar ton şekir hinarde bikin. Nirx li gorî bazarê tê guhertin lê armanca me ew e ku em bi bihayê 10 milyon dolarî hinardeyê bikin.”

Silk ku madeya xav a şekir e, berhemê sereke yê çandiniya Mûşê ye.

Sala borî 2 hezar cotkarên parêzgehê li ser 90 hezar donim erd ew berhem çandibûn.

Kargehê jî 480 hezar ton silk ji cotkaran kirîne û jê 56 hezar û 171 ton şekir berhem aniye.

Rêveberê Giştî yê Kargeha Berhemanîna Şekir Turgut Kizilkaya anî ziman:

“Ji sala pêşiya me û pê ve em dê di pêngava yekem de kapasîteya kargeha xwe derdora ji sedî 20 heta 25an zêde bikin.

Bi saya Xwedê em dê di nava sê salan de vê kargehê bînin wê astê ku rojane li kargehê ji derdora 10 heta 12 ton silk şekir bê berhemanîn.”

Li kargehê ji bilî şekir 120 hezar ton êmê ajelan jî ji bermahiyên silkan hatine berhemanîn.

Li gorî berpirsên kargehê dê dahata silkan û tiştên ku jê tên berhemanîn ji bo Mûşê 2.5 milyar lîreyên Tirkî be ku dike 82.5 milyon dolarên Amerîkî.