DIHOK – Sobeya gazê teqiya: 3 Kurdên Rojavayê Kurdistanê mirin

27-01-2024
RÛDAW
Li parêzgeha Dihokê sobeya gazê teqiya û di encamê de 3 Kurdên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da
Li parêzgeha Dihokê sobeya gazê teqiya û di encamê de 3 Kurdên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da
Nîşan Dihok Malbata Rojava Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dihokê sobeya gazê teqiya û di encamê de ji malbeteke Rojavayê Kurdistanê 3 kesan canê xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Peyamêrê Rûdawê Eyub Nesrî ragihand ku beriya pênc rojan li herêma Pîşesaziyê ya Kwaşê ya Dihokê di malekê de sobeya gazê teqiya.

Di encamê de ji malbata Mehmûd Ebdurehman ku ji Rojavayê Kurdistanê ye 3 kesan canê xwe ji dest da.

Eyub Nesrî herwiha da zanîn ku ji wê malbetê bi sedema teqîna sobeyê 3 kesên din jî birîndar bûn.

Pismamê Mehmûd Şebo Ebdurehman ê bi navê Welî ji Rûdawê re got ku dayîka Mehmûd Şebo Ebdurehman û 2 keçên wî canê xwe ji dest da.

Dayîka Mehmûd Şebo Ebdurehman û her du keçên wî yên canê xwe ji dest daye yek 3 salî û ya din jî 7 salî bûye.

Welî herwiha da zanîn ku Mehmûd Şebo Ebdurehman û hevjîn û keça wî niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Bi gotina Welî rewşa Mehmûd Şebo Ebdurehman baş e lê rewşa keça wî ya 10 salî xedar e.

Wê malbatê ji Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Simêlê nobedariya çewlîga mirişkan dikir û ji ber ku xaniyên wan nebû ew malbat bi şev û roj li wê çewlîgê diman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst