Li Erzirom û Xarpêtê qezayên trafîkê: 18 kes birîndar bûn

27-01-2024
RÛDAW
Nîşan Erzirom Xarpêt Bûyerên Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Xarpêt û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê du qezayên trafîkê çêbûn û bi giştî 18 kes birîndar bûn.

Li navçeya Avnîkê ya parêzgeha Erziromê ji ber şert û mercên keş û hewayê mîdîbusek qulibî.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de 12 kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên parêzgeha Erziromê.

Herwiha li parêzgeha Xarpêtê jî otomobîlek ji rê derket û li hesinên kêleka rê da.

Di wê bûyerê de jî 6 kes birîndar bûn û timên tenduristiyê birindar birin nexweşxaneyê.

Li seranserê Bakurê Kurdistanê berf dibare û çûn û hatin zehmet bûye.

Ji ber şert û mercên keş û hewayê yên neyînî qezayên trafîkê jî zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst