Li Çewlîgê qeza: Miriyek, şeş birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê kamyonet û otomobîl li hev qelibîn.

Di vê qezayê de kesek mir û şeş kes jî birîndar bûn.

Otomobîka ku ajokarê wê M.O. bû ya bi plakaya 01 CFZ 46ê û kamyoneta bi plakaya 16 NUU59ê ya ku navê ajokarê wê nehat zanîn li ser rêya Kanîreş-Erziromê li hev qelibîn.

Cahîde O.ya di otomobîlê de li cihê qezayê mir.

Çar kesên di otomobîlê de yên bi navên M.O., F.O., I.O., R.O. û du kesên di kamyonetê de yên bi navên S.Y. ve M.M.Y. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.