Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurd a navdar Rewşan Çelîker li ser hilbijartina dersa Kurdî got “Divê em di vê kampanyayê de di hilbijartina dersa Kurdi de nîşanî hemû dinyayê bidin ku ka Kurd çiqas ji zimanê xwe hez dikin. Mafekî biçûk be jî, Kurd çiqas xwedî li vî mafî derkeve, wê ew heqê me hebe ku em bikaribin mafên mezintir bidest bixin.”
Wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye. Pêwiste malbatên serî li rêveberiyên dibistanan bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.
Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend, zimanzan û kesayetên naskirî û rêxistinên Kurdî jî piştevaniya xwe nîşan didin.
Rûdawê jî ev pêvajo kiriye rojevêke sereke ya xwe û di vê çaroveyê de Hunermenda Kurd Reşwan Çelîker îro li studioya Stenbolê bû mêvanê Rawîn Stêrk bû û miajra hilbijartina dersa Kurdî nirxand.
Hunermend Rewşan Çelîker got ku wê albûmeke nû ya ku ji tomarên konserê pêk tê belav kirite. Çelîker, da zanîn ku w albûm li ser platformên dîjîtal parve kiriye û ragihand ku zimanê dayikê di jiyana rojane de çiqasî tê bikaranîn, hilberîna hunerê ya bi wî zimanî jî dikare bandorek erênî an neyînî bike.
Li ser pirsa “Ji bo muzîkê pêşneketina ziman, di nava civakê de kêm axavtina Kurdî çi bandorê dike?” Çelîker wiha bersivand “Ji bo ku gel bi zimanê xwe muzîka xwe çêbike, divê zarokên wî gelî bi hêsanî zimanê xwe yê zikmakî bi kar bînin. Ji bo çi, da ku bi hêsanî berhemên xwe binivîsin an jî berhemên xwe yên berê şîrove bikin û pêk bînin, mirov çiqasî zimanê xwe yê zikmakî bi kar bîne, dê ewqas berhemên xwe bide çêkirin.”
Çelîker destnîşan kir ku dema albûmek tê çêkirin an jî konserek tê lidarxistin divê temaşevan amade bin û dibêje “Divê kesên ku daxwaza wî zimanî bikin hebin da ku hûn bi wî zimanî hilberînê bikin û vî karê xwe bidomînin. Gelê me ji zimanê te hez dike, bi ziman, çand û hunera xwe ve girêdayî ye, lê di warê muzîk û şanoyê de hêj ne di asta ku tê xwestin de ye. Lêbelê, ez difikirim ku ev ê hêdî hêdî bi demê re rûne.”
Li ser pirsa “Çend nifşên ji Bakurê li bajarên mezin ên Tirkiyê dimînin dûrî çavkaniya ziman û çand xwe ne, ev yek ji bo hunermendan di hêla afirandinê de kêmasiyek çê dibe, pêdivî çêdibe carna herî serçaviyê?”
Çelîker wiha got “Helbet metropol mirovan dişibîne hev. Helbet mirov dikare bi çanda xwe, bi zimanê xwe berhem û hunera xwe pêş bixe. Zimanê dayîka xwe çiqas aktîftir bi kar bîne, ew qas pêş dikeve. Stranên te wê xurtir bin, gotinên te bi bandortir bin. Her weha hûn dikarin rojê bi 100 peyvan biaxivin. Lê ger hûn her roj zimanê xwe bikar bînin, her roj zimanê xwe pêş bixin, bi wî zimanî bixwînin, guhdarî bikin, fam bikin û danûstandinên xwe yên felsefî û edebî bi wî zimanî bikin, helbet dê berhemên we bihêztir bibin. Dema mirov li axaftinên kesên li bajarên mezin mezin bûne guhdarî dike, tê dîtin ku nikarin ji çend peyvan wêdetir biçin. Mirov nikare bi wan re sohbet bike. Mixabin piştî demekê her kes berê xwe dide zimanekî din. Helbet ev jî bandorê li hilberînê dike.”
Pêvajoya dersên bijarte yên kurdî di van hefteyên dawî de dest pê kir. Şagirt dikarin di nav dersên hilbijartî de ji zaravayên Kurdî yek hilbijêrin. Hinek ji rewşenbîrên kurd difikirîn ku ev “xapandin” e, hinek jî wisa difikirin ku derfet e û divê bê nirxandin.
Rewşan Çelîker di vê mijarê de nêrîna xwe parve kir û got ku pêwîste pişgiriya vê pêngavê her çend biçûk be jî û wiha berdewam kir:
“Spasiya temaşevanên ku aniha guh didin vê mijarê dikim. Bi rastî mijareke pir pir giring e. spasiya we jî dikim ji bo ku hûn jî li ser vê kampanyayê disekinin û piştgiriyê didinê. Ev mesele meseleye kûr û dirêj e. helbet Kurd di nav hev de dikarin van nîqaşan bikin di warê ka ev xapandineke yan tiştekî din e. lê li gor nêrîna min gavên mezin bi gavên biçûk destpê dikin. Helbet têrê nake, helbet belkî ev yek weke hilbijartineke biçûk tê ber me, wek êdî bes e tê hesibandin. Lê gelo em çiqas dikarin bi van gavên biçûk xwedî li gavên biçûk derkevin. Divê em vê di nav miletê xwe de bipeyîvin. Divê em di vê kampanyayê de di hilbijartina dersa Kurdi de nîşanî hemû dinyayê bidin ku ka Kurd çiqas ji zimanê xwe hez dikin. Yanî di her bajarî de, di her dibistanê de dersa Kurdî eger taleleb pir pir mezîn bê nîşandan, ev wê bibe sedema talebên mezintir, divê em vêya nîşan bidin. Mafekî biçûk be jî, Kurd çiqas xwedî li vî mafî derkeve, wê ew heqê me hebe ku em bikaribin mafên mezintir bidest bixin. Miletên din derketin fezayê, derketin li dû zanistê ne, li dû keşfa alemê ne, em hê jî behsa fêrbûna zimanê xwe dikin, hêjî behsa mafê ziman dikin. Yanî ji bo hemû dinyayê ev mesele mafê ziman maf e, qey ji bo Kurdan qebahet e? Divê êdî em vê trajediyê ji ser xwe biavêjin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse