Hêzên Îranê xwendekarekî Kurd ê 14 salî desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlekariyê yên Îranê li bajarê Şino yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve xwandekarekî Kurd ê 14 salî desteser kirin.

Li gor zanyariyên ku ji çavknaiyên xwecihî ve gihîştine Rûdawê, hêzên Supaya Pasdaran duh Pêncşemê 26ê Çileya 2023 li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, xwendekarê Kurd ê 14 salî yê bi navê Komar Şaboyî li mala wan desteser kirine.

Li gor agahiyan, hêzên emnî yên Îranê dest bi ser laptop û mobaylên hemû endamên malbata wî zarokê Kurd de girtine.

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan jî ragihandiye, “roja Pêncşemê 26ê Çileya 2023 zarokekî 14 salî yê bi navê Komar Şaboyî û xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye revandin.”

Derbarê sedema desteserkirina wî zarokê Kurd de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Herwiha li bajarê Kamyaranê li parêzgeha Sineyê jî welatiyek bi navê Ehmed Babaxanî ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatiye desteserkirin.

Sedema desteserkirina wî welatiyê Kurd jî nehatiye zanîn.

Lê belê piştî arambûna rewşê û nemana xwepêşandanan li Rojhialtê Kurdistanê, hêzên emnî yên Îranê bi awayekî berfireh dest bi desteserkirina welatiyên Kurd bi tohmeta beşdariya di xwepêşandanan de kirine.

Ehmed Babaxanî birayê Mûsa Babaxanî endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye ku di Tebaxa 2021an de termê wî di hotêlekê de li bajarê Hewlêrê hatibû dîtin.

Hizba Demokrat bi fermî Komara Îslamî ya Îranê bi kuştina wî endamê xwe tohmetbar dike.

Li gorî Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê, ji destpêka xwepêşandanan ve ku di nîvê Îlona sala bihorî de dest pê kirine û heta niha 19 hezar û 571 kes ji ber sedemên siyasî ji aliyê hêzên ewlehî yên Îranê ve hatine girtin.

Di nav wan girtiyan de, temenê 168 kesan di bin 18 saliyê û temenê qanûnî de ye.