Li Hewlêrê ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê projeyek hatiye destpêkirin

27-01-2023
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê bo dîtina derfetên kar, li Zanîngeha Polîteknîk a Hewlêrê û Programa Xwarinê ya Cîhanî (WFP) bo yekem car dest bi projeyekê bi navê Cisor/Pir kirine û tê de penaberan fêrî zimanê Îngilîzî û komputer dikin ji bo derfetên kar ji wan re bên dîtin.

Nêzîkî 280 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dimînin. Gelek ji wan niha bûne xwedan kar û derfetên kar ji bû xelkê dabîn dike lê di heman demê de bi dehan genc bê kar jî hene.

Penaberê Rojavayê Kurdistanê Şadî Hacî Reşîd yekem car şensê xwe li Hewlêra Paytaxt ceriband û gavên wî jî biser ketin. Şadî di sala 2012an ji bajarê xwe Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê berê xwe da Herêma Kurdistanê û dest bi bazirganiyê kir. Niha jî li Hewlêrê bûye xwedanê xwaringehê û êdî derfetên kar jî bû xelkê dabîn dike.

Xwediyê xwaringeha Rebwayê Şadî Hacî Reşîd  got “Tevî ku min endizyariya petrol temam kiriye, lê dema ez hatîm Herêma Kurdistanê min dest bi bazirganiya xwe ya taybet kir û weku hûn niha dibînin ez gelekî di karê xwe de serkeftî me.”

Şadî 11 sal e li Hewlêrê ye û ta niha 2 proje vekirine. Herdu caran jî kesên li cem kar dikir xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûn.

Ji bû dîtina derfetên kar ji bo gencan, Zankoya Polîteknîk a Hewlêrê û Programê xwarinê yê cîhanî WFP ji meha 12an ya sala bûrî ve dest bi projeyê Cisr/Pir kiriye ku projeyeke taybete ji bo dabînkirina derfetên kar ji bo gencan.

Mamosteyê Zanîngeha Polîteknîkê ya Hewlêrê Dr.Ebdullah Yasîn dibêje “Niha 150 kes sûdê ji projeyê Cisor werdigrin. Kesên beşdar jî divê kesên hejar bin û temenê wan di navbera 18 heta 35 saliyê de bin, herweha bê kar bin.

Ev proje 150 kes li xwe girtine. Ji wan kesên hatîne wergirtin, 46 penaberên Rojavayê Kurdistanê ne.

Hîlda Osman yek ji beşdarûyên wê projeyê ye. Zêdeyî 8 sal in li kampa Basirme ya penaberên Rojavayê Kurdistanê dimîne. Hîlda xwediyê 5 zarokan e, 2 ji wan xwedan pêdiviyên taybete, lewma pêwîstiya wê bi kar heye ji bo birêvebirina jiyana xwe.

Penaber Hîlda Osman diyar kir “Bi rastî ev derfeteke gelekî baş e ji bo penaberan, lê em hêvî dikin ku hejmara wergirtina penaberan zêdetir bikin ji bo ku penaber sûdê werbigrin û êdî ew bi xwe jiyana xwe birêve bibin.

Kesên beşdar, divê derçûyê zanko, peymangeh yan pola 12ê bin. Proje 5 mehan berdewam dike û tê de wan fêrî zimanê Îngilîzî û IT dikin û her hemû jî bi riya Online. piştre 5 mehên din wan li kompaniyan didin kar ji bo bibin xwedan ezmûn û piştre derfetên kar ji bo wan têne dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst