Rêxistin û aliyên siyasî: Li Rojavayê Kurdistanê çekdarkirina zarokan berdewam e

27-01-2023
Loloxan
Rêxistin û aliyên siyasî: Li Rojavayê Kurdistanê çekdarkirina zarokan berdewam e
Rêxistin û aliyên siyasî: Li Rojavayê Kurdistanê çekdarkirina zarokan berdewam e
Nîşan Leşkerkirina Zarokan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerkirina zarokan li welatên ku şer tê de heye yek ji mijarên herî berçav e, saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dibêjin ku nabe zarok bêne çekdarkirin. ENKS dibêje tevî ku Rêveberiya Xweser rêkeftina parastina zarokan îmze kiriye lê hîn jî zarokan dibin leşkeriyê.

Partiya Elwehdê dibêje, kesên ku vî karî dikin li dijî Rêveberiya Xweser in. Li aliyekî din Berdevkê HSDê Ferhad Şamî eşkere kir ku ti peywendiya HSDê bi leşkerkirina zarokan tune ye û Rêkxistina Ciwanên Şoreşgêr ne ser bi HSDê ve ye.

Li gor rêxistinên mafnas û aliyên siyasî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, leşkerkirina zarokan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşgêr ser bi PYDê û Rêveberiya Xweser ve berdewam e. Di vê derbarê de endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re eşkere kir.

Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî anî ziman, “Rêveberiya Xweser rêkeftinek bi rêxistinên navdewletî yên parastina mafên zarokan re îmze kiriye lê revandina zarokan her berdewam e.”

Lê ji aliyekî din ve, nerîneke cuda di pirsa leşkerkirina zarokan de li Rojavayê Kurdistanê heye. Nûnerê Partiya Yekîtî Kurdî el-Wehde li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re rastiya vê pirsê zelal kir.

Nûnerê Partiya Yekîtî Kurdî el-Wehde li Herêma Kurdistanê Mehmûd Mihemed got, “Ew ên ku vî karî dikin li dijî Rêveberiya Xweser in, yên ku van karan dikin naxwazin rengekî ciwan di nav Kurdan de çi di rêveberiyê de çi leşkeriyê de were naskirin.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê HSDê Ferhad Şamî eşkere kir, ti peywendiya HSDê bi leşkerkirina zarokan nîne, her wiha da zanîn ku rêxistina Ciwanên Şoreşgêr ne ser bi HSDê ve ye, navborî da zanîn ku ew tenê kesên 18 sal temam kirine li nav rêzên HSDê qebûl dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst