Birayê serkirdeyê PKKê Sabrî Ok hat girtin

27-01-2023
RÛDAW
Nîşan Sabrî Ok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê birayê yek ji serkirdeyên Partiya Karkerên Kurdistanê  Sabrî Ok, Mehmet Ok  bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKê” hat girtin.

Li gor zanyariyan roja Înê 27ê Çileya 2023an hêzên ewlekariya Tirkiyê navenda wê li parêzgeha Semsûrê, di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Semsûrê de li dû bajaran bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKê” operasyonek pêk anîne.

Ajansa Fermî ya Tirkiyê ragihandiye di operasyonê de welatiyê bi navê Mehmet OK ku birayê endamê Rêveberiya Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û yek serkirdeyên PKKê Sabrî OK e, ligel 3 kesên din bi hinceta “alîkarî û peywendiya ligel PKKê” hatine desteserkirin.

Hat ragihandin Mehmet Ok piştî karûbarên îfadeyê hatiye girtin û 3 kesên din jî bi mercê kontrola dadî hatine azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst