Ofîsa Mesrûr Barzanî: Brett McGurk tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdistanî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Koordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê di peywendiyeke telefonî de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û bi taybet peywendiyên PDK û YNKê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û biryara dawî ya Dadgeha Federal a Iraqê ya li dijî şandina pere bo Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Koordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Brett McGurk êvara Pêncşemê 26ê Çileya 2023, peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Li gor daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û Brett McGurk li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, peywendiyên navbera PDK û YNKê û biryara dawî ya Dadgeha Federal a Iraqê ya li dijî şandina pere bo Herêma Kurdistanê axivîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di wê peywendiya telefonî de Brett McGurk amaje bi serdana xwe ya vê dema dawî ya bo Bexda û Hewlêrê û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kiriye û tekezî li ser “girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî û baştirkirina peywendiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.”

Mesrûr Barzanî û Brett McGurk herwiha biryara vê dawiyê ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya li dijî şandina bûdce û pereyan bo Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li ser derketina wê biryarê ji McGurk re ragihandiye û gotiye: “Em nîgeran in li ser wê biryarê, ku armanca wê têkdana atmosfera erênî û başkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye û armanceke siyasî li pişt wê heye.”

Di daxuyaniya ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de herwiha hatiye gotin, Brett McGurk di wê peywendiyê de “piştevaniya welatê xwe ji bo çaksaziyên kabîneya nehem, bi taybetî çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de, herwiha pêşketinên sektora enerjî û baştirkirina jêrxana aborî û hewlên rûbirûbûna guherîna keş û hewayê, dubare kir.”

Derbarê geşepêdana sektora enerjiyê û veberhênanên kompaniyên Amerîkî li Herêma Kurdistanê, “her du alî li ser girîngiya rakirina astengiyên ku di vî warî de hene hemfikir bûn.”