Ji Serokê Giştî yê HUDA-PARê li ser tevlîbûna Tifaqa Cumhurê daxuyaniyeke krîtîk

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu ragihand ku ew dê berbijêrê serokomariyê dernexin û got “Di nava çend hefteyan de dibe ku teqez bibe ka em dê tevlî Tifaqa Cumhur bibin an na.”

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu di bernameya televîzyoneke taybet a Tirkiyê de derbarê hilbijartinan de rojevê nirxand.

Yapicioglu diyar kir ku di hevdîtina wan a dawîn a bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re mijara îtifaqê hatiye gotûbêjkirin û zanîn ku heta niha negihiştine biryara dawî, dibe ku hevdîtin bidomin.

Yapicioglu li ser pirsa "Pêşniyara tevlîbûna Tifaqa Cumhur ji Serokkomar Erdogan hat?" wiha bersiv da “Serokomar Erdogan ji bo ku em tevli Tifaqa Cumhur bibin pêşniyara me kir. Berê jî ji kanaleke din pêşniyarek ji me re hatibû.”

Yapicioglu li ser pirsa mijara tifêqê dê kengê bê ronîkirin bi vî rengî bersiv da “Di nava çend hefteyan de dibe ku tekez bibe ka em dê tavlî Tifaqa Cumhur bibin an na.”

Yapicioglu da zanîn ku di hilbijartinên pêş de berbijêrê serokkomariyê destnîşan nakin û heta niha jî biryar nedane ku ew dê piştgiriyê bidin kê.

Yapicioglû li ser doza girtina HDPê jî diyar kir ku ew wek prensîb li dijî girtina partiyan in.

Herwiha Yapicioglu got jî “HDPyî ji bo ku partiyan wan bê girtin gelek hewl didin. Çi pêwîste dikin. Ji ber ku partiyên tên girtin mexdûriyet çêdibe.”