Qubad Talebanî: Me rêzeke mezin ji mêrxasî û fedakariya HSDê re heye

27-01-2022
RÛDAW
Nîşan Qubad Talebanî HSD Heseke Sînaa Xiwêran Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, ew li ser şikandina DAIŞê li Hesekê, "rêzeke mezin ji mêrxasî û fêdekariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re digrin."

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, li hesaba xwe ya Twitterê peyamek derbarê êrişa DAIŞê ya li ser zindana Sînaa ya Heseka Rojavayê Kurdistanê belav kir.

`Rêzgirtineke mezin ji HSDê re`

Qubad Talebanî di wê peyama xwe şer û xebeta şervanên HSDê bilind dinirxîne û dibêje, rêzgirtineke mezin, ji wê mêrxasî û fêdekariya Hêzên Sûriya Demokratîk re heye, ku li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê nîşan dane û “karîne terorîstên DAIŞê yên ku ji girtîgeha Xiwêran reviyane, careke din bigrin.”

Armanca DAIŞê

Qubad Talebanî diyar dike, “terorîstên DAIŞê dixwestin bi rêya çêkirina rewşeke aloz, aramiya deverê têk bidin û careka din xwe xurt bikin.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê peyamê de diyar dike, ew hevxemiya xwe ji bo kesûkarên şehîdên operasyonê nîşan didin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazîn.

Hişyarî bo Herêma Kurdistan û Iraqê

 

 

Qubad Talebanî balê dikişîne ser wê yekê jî ku ew bûyer nîşan dide, DAIŞ hîn metirsiyeke zindî ye û “divê Herêma Kurdistanê û Iraq jî, wê paşguh nekin û di amadebaşiyê de bin" û erkê hemûyan e ku rê li ber DAIŞê bigirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) duh, 26/01/2022, zindana Sînaa ya li Hesekê bi temamî kontrol kir û hemû çekdarên DAIŞê yên di zindanê de xwe radestî şervanan kirin.

Êrişa DAIŞê kengî destpê kir?

 

 

Li gor daxuyaniya HSDê:

Roja Pênşemê, 20/01/2022, bi şev derdora demjimêr 19.30, DAIŞê otomobîlek û motorekî bombekirî, li nêzîkî deriyê zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran teqand.

Piştre şer, di navbera hêzên pasevanên zindanê û çekdarên DAIŞê de derket, ku ji başûrê wî bajarî hatibûn nêzîkî zindanê.

Piştî wê yekê, çekdarên DAIŞê, 3 tankerên petrolê, li nêzîkî zindanê teqandin ji bo ku dûman ezman bigire û balafirên şer ên hevpeymanan wan nebînin û nikaribin wan bombebaran bikin.

Di heman demê de girtiyên DAIŞê yên li nava zindanê jî êrîş birin ser hêzên asayîşê û tîmên bijîşkî û karmendên xwaringehê.

Êriş çawa çêbû?

HSD diyar dike, DAIŞiyên hatine girtin, îtîraf kirine ku ev 6 meh bûn wan amadekarî dikir û nexşerê ji bo wê êrîşê danîbûn.

Li gor HSDê, bi kêmanî 200 çekdarên xwekuj di wê êrîşê de beşdar bûn, beşek ji wan ji Serê Kaniyê, Girê Spî û Iraqê derbasî wê deverê bûbûn.

Li gor zanyariyan hejmareke zêde ji girtiyên DAIŞê reviyan û xwe li taxa Xiwêran veşartine

Di wê êrişê de DAIŞê dest danî ser beşeke mezin a zîndanê, piştre HSDê û Hevpeymanan ew dorpêç kirin.

Zindan çawa hat kontrolkirin?

Şer û pevçûnên dijwar ji bo vegerandina zindanê destpê kirin.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi êrîşên esmanî, panzêr û îstîxbaratê alîkariya HSDê kirin.

Niha zindana Sînaa ya Xiwêran bi temamî hatiye kontrolkirin.

Hemû çekdarên di nav zindanê de bûn xwe radestî şervanên HSDê kirine.

Bi kêmanî 175 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

27 şervan di wî şerî de şehîd bûn.

Nasnameya 11 şehîdan

 

 

HSDê îro navên 11 şervanan eşkere kir ku di êrişên DAIŞê de li zindana Hesekê jiyana xwe ji dest dane. Herwiha HSDê careke din tekez kir, çekdarên ku êrişî zindanê kirin ji herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî hatin û armanc ew bû “rê li ber qirkirin û dagirkeriyê vekin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî jî peyamek belav kiribû û tekez kiribû, “Hêzên me bi têkbirina DAIŞê li Hesekê, serkeftina Kobanê nû kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst