Kolanên Amedê bi pankartên dersên Kurdî hatin xemilandin

27-01-2022
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Dersa Bijarte Kurmancî Zazakî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hereketa Azadiyê û HAKPARê ji bo bala dê û bavên xwendekaran bikişînin ser dersên bijarte yên Kurdî li kolanên Amedê pankartên ziman daliqandin. Proseya hilbijartina dersên Kurdî heta 7ê Sibatê berdewam dibe.

Li 15 cihên sereke

Pankart îşev, 27/01/2022, ji aliyê endamên Hereketa Azadiyê û Partiya Maf û Azadiyan HAKPARê ve li 15 cihên sereke hatin daliqandin.

Di pankartan de ji malbatan tê xwestin ku heta 7ê Sibatê ji zarokên xwe re dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî bidin hilbijartin. Pankart bi herdu zaravayên Kurdî hatine nivîsandin.

Kolan bi kolan agahdarkirina xelkê

Li gorî agahiyên ku rêveberên HAKPAR û Hereketa Azadiyê dane, di rojên pêş de ew ê li bajarên Bakurê Kurdistanê kolan bi kolan belavokên hişyarkirin û agahdarkirina dersên bijarte belav bikin.

Beriya heftiyekê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî li xaçerêyên Amedê pankart daliqandibû. Eleqeya li hemberî kampanyaya dersên bijarte her ku diçe zêdetir dibe.

Proseya dersên bijarte

Proseya dersên bijarte li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji roja 3yê Çileya 2022yan ve berdewam e. 

Li gor rêziknameya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, xwendekarên dibistana navîn yên polên 5-6-7 û 8 dikarin heta 7ê Sibata 2022yan serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.

Îsal cudatir ji salên derbasbûyî kampanyayeke berfireh ji bo hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî birêve diçe û eleqeyeke zêde heye.

Hemû raport, nûçe û zanyariyên derbarê dersên Kurdî de bibîne...

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst