Çekdarên DAIŞê xwe li 8 taxên Hesekê veşartibûn

27-01-2022
Berzan Ferman
6 tax hatine paqijkirin
6 tax hatine paqijkirin
Nîşan DAIŞ Heseke Sînaa HSD Asayiş
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Li Hesekê xelkê ku ji ber êrişên DAIŞê koçber bûbûn, çaverê ne vegerin ser malên xwe. Şervanên HSDê û hêzên asayişê jî operasyonên desteserkirina DAIŞiyên reviyayî û paqijkirina herêmê ji wan çekdaran berdewam dikin. Çekdaran xwe li 8 taxan veşartibûn.

Di operasyonên dijî çekdarên DAIŞê de li nav zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê, firokeyên Hêzên Hevpeyman jî bi bomberankirina pêgehên DAIŞê li nav zindan û derdora wê, piştevaniya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin.

Ziyan gihişt malên sivîlan

Lewma ji ber wê bombebarana balafirên Hevpeymaniyê li ser xalên DAIŞ li taxên hawirdora zindana Xiwêran ziyan gihişt malên sivîlan.

Welatiyekî bi navê Ehmed Îsam dibêje, “Çekdarên DAIŞ li hemî taxan belav bûne. Balafirên Hevpeymaniyê derketin û li wan xist û ziyan gihişt mala me jî, ev li ser serê min lê divê em qerebû bibin an em ê li ser kolanan razên.”

6 tax hatine paqijkirin

Çekdarên DAIŞê yên reviyayî hejmara wan bêhtirî 800î ye û li 8 taxên bajarê Hesekê bicih bibûn û xwe di avahiyên sivîlan de veşartibûn.

6 tax ji wan ji aliyê şervanan ve bi temameî ji çekdaran hatin paqijkirin, lê şaneyên razayî yên DAIŞ hê jî 2 taxan de aktîv in.

Semîra Elî ku ew jî derbider bûye, diyar dike, “Balafir, doşka û topavêj êrîş dike. Di rojên destpêkê de em reviyan, em nizanin çi li hundir çê dibe şer e, şerekî giran e, lê hindekan pêwendî bi min re kirin û gotin derî û pencereyê te hatine xwarê, tişta ku ez dibêjim spas bo Xweda ku zarokên min saxlem man.”

Welatî ditirsin

HSDê bi konferanseke rojnamevanî ragihand, piştî 5 rojan ji girjî û aloziyê tevaya avahiyên zindanê ji çekdaran kontrol bûye û bêhtirî 3500 çekdarî ji roja destpêkê ya aloziyê ve xwe radestî hêzên wan kirine.

Tevî ku HSD tekez dike, wan piraniya taxên ketine destê DAIŞ kontrol kirine, lê hindek welatî ditirsin ku hîn DAIŞ xwe di nava taxên wan de bicih kiribin û beşeke mezin ji wan welatiyan newêrin vegerin ser mal û milkên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst