HSDê nasnameya 11 şervanan ragihand

27-01-2022
RÛDAW
11 şervanên di êrişên DAIŞê de şehîd bûne
11 şervanên di êrişên DAIŞê de şehîd bûne
Nîşan DAIŞ Zindana Sînaa Xiwêran Heseke Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDê navên 11 şervanan eşkere kir ku di êrişên DAIŞê de li zindana Hesekê jiyana xwe ji dest dane. Herwiha HSDê careke din tekez kir, çekdarên ku êrişî zindanê kirin ji herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî hatin û armanc ew bû “rê li ber qirkirin û dagirkeriyê vekin.”

Êrişa DAIŞê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrişaq DAIŞê ya li ser zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekeya Rojavayê Kurdistanê ragihand, “Çeteyên DAIŞê êvara 20ê Çileyê saet derdora 19:30an, bi seyareyên bombebarkirî êrişek li ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan re çeteyên di girtîgehê de jî xwest xwe xilas bikin û birevin. Bi destwerdana lez a hêzên me ev plana wan ji destpêkê ve pêk nehat û têk çû.”

DAIŞî ji kîjan herêman hatin?

HSD di daxuyaniya xwe de dibêje, “Nêzî 200 çeteyên DAIŞê yên piraniya wan ji herêmên dagirkirî, Serêkanîyê û Girê Spî, bi plansaziyeke berfireh êrişî Girtîgeha Sinaa ya Hesekê kir ku 5000 çeteyên DAIŞî lê girtî ne. Bi revandina çeteyên girtî, di serî de li Hesekê, xwestin li tevahî herêmê rê li ber qirkirin û dagirkeriyê vekin.”

Helwesta Tirkiyê

HSD rexneyên tund li Tirkiyê digire û dibêje, têkilîya Tirkiyê ya “bi DAIŞê re careke din derket holê û her dem li pêşiya têkoşîna me ya li dijî terorê bû asteng.”

HSD diyar dike, “Di têkçûna êrişa DAIŞê de hem baldariya şervanên me û berxwedana wan a li dijî çeteyên DAIŞê, hem pêşî li dagirkirina herêmê girt û hem jî rê neda ku careke din xîlafeta sexte li herêmê serwer bibe.

`Parastina destkeftiyên şoreşê`

HSD ragihand, “Di vê berxwedanê de keç û xortên qehreman ên gelên me zîrekbûn û wêrekiyeke mezin nîşan da. Di 2 rojên destpêkê da 11 qehremanên me bi fedakarî û bi ruhê fedayî şer kir û gihîştin şehadetê. Têkoşîna wan a di vê berxwedanê de, parastina destkeftiyên şoreşê ye ku bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin. Em jî soza xwe careke din nû dikin ku em ê bi israr gelê xwe biparêzin û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.”

Navên şehîdan:

Nesrîn Ehmed bi nasnav Awaz Urmiye ji Helebê, Cemal Oso bi nasnav Cemal Xûrxûrî ji Kobaniyê, Ehmed El Nasir bi nasnav Ehmed ji Hesekê, Sûfyan El Ehmed bi nasnav Enes Hesekê ji Hesekê, Ayaz Elî bi nasnav Ayaz ji Dêrikê, Osman Osman bi nasnav Tolhildan Feraşîn ji Kobaniyê, Hisên Hesen bi nasnav Hisên ji Amûdê, Ednan El Ibêd bi nasnav Ednan ji Hesekê, Ûmran Xilêf bi nasnav Ûmran ji Dirbêsiyê, Lûey Hisên (nasnav nehatiye diyarkirin) ji Amûdê û Mihemed Ehmed bi nasnav Mîtan Qamişlo ji Qamişlo.

Kontrolkirina zindanê

HSDê duh ragihandibû, “Operasyona Gurzê Gelan bi kontrolkirina hemû zindana Sinaa li Hesekê û xweradestkirina hemû terorîstên DAIŞê bi dawî bû.”

Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî jî di peyamekê de serkeftina hêzên xwe di şerê Zindana Xiwêranê de ragihandibû û gotibû, “Îro hêzên me bi têkbirina DAIŞê li Hesekê û pûçkirina planên alîgirên DAIŞê, dîroka serkeftinê dubare dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst