Galeriya wêneyan

27-01-2021
15 Photos

Bajarê Ruhayê li Bakurê Kurdistanê, bajarekî dîrokî ye ku gelek bîna û şûnwarên dîrokî lê hene û ji ber wê gelek kes ji Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û welatên din serdana wê derê dikin.

Girê Miraza, Mizgefta Xelîlurehman, Gola Masiyan, Mizgefta Mezin, Tirba Hz Eyûb, Kela Ruhayê, Mizgefta Selahedîn Eyûbî ku berê dêreke krîstiyanan bûye, gelek tax û xaniyên dîrokî tenê çen mînakek ji şûnwarên dîrokî yên vî bajarê Kurdistanê ne.

Girê Miraza dîroka wê vedigere beriya 12 hezar salan û ji ber wê yekê di asta cîhanê de jî cihekî gelek navdar e.

Ruha weke bajarê pêxemberan jî tê naskirin. Ji ber ku cihê jiyana çendîn pêxemberên weke Hz. Îbrahîm, Hz. Eyûb û Hz. Îlyas bûye, ku niha tirba Hz. Eyûb li navenda bajarê Ruhayê ye, tirba Hz. Îlyas jî li navçeya Wêranşarê ye.

 

Wêne: Rûdaw / Beyar Hekîm