Hewlêr (Rûdaw) - KCKê derbarê erdheja li Xarpêta Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û bang li xelkê kir bo gihandina alîkariyan bi lêqewimiyan.
Koma Civakê Kurdistanê (KCK) di daxuyaniya xwe ya derbarê erdheja Bakurê Kurdistanê de bang li xelkê kir ku alîkariya lêqewimiyan bikin , “bêyî ku çaverêyî dewletê bin” û dibêje, “Beriya her tiştî divê civak ji dewletê hêvî neke, tedbîrên xwe bi xwe werbigire û di rewşeke wiha de piştgiriya bi hev re xurt bike.”
Di daxuyaniya KCKê de tê gotin, “Eger feraseta desthiladariya dewletê ya heyî neyê guhertin û têkildarî erdhejê tedbîr neyên wergirtin, dibe ku gelên me di salên nêz de bi deh hezaran qurbanî û birîndaran ji ber karesatên wiha bidin. Lewma divê zexta li ser dewlet û desthilatdariyê ya ji bo wergirtina tedbîran bê tundkirin.”
Herwiha hatiye gotin, “dewlet û desthilatdarî li hember karesatên sirûştî bêberpirsyar û xemsar bûne” û amaje bi erdheja sala 1999an a li Marmamrayê hatiye kirin, “Baca ji bo erdhejê hate komkirin li tedbîrên li dijî erdhejê nehatin xerckirin.”
Roja 24ê vê mehê, demjimêr 20.55 erdhejeke bi 6.8 pileya rîxterê li Xarpêta Bakurê Kurdistanê rû da ku hejmareke bajarên din ên Bakur jî li xwe girt û di encama wê erdhejê de heta niha 40 kes bûne qurbanî û zêdetir ji 1500 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse