Ji bo xwedîderketina li mexdûrên erdheja Xarpêtê kampîn dest pê kir

27-01-2020
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Ji bo xwedîderketina li mexdûrên erdheja Xarpêtê kampîn dest pê kir.
Ji bo xwedîderketina li mexdûrên erdheja Xarpêtê kampîn dest pê kir.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Xarpêt Erdheja Xarpêtê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Komeleya Otêlvanên Amedê û beşek ji xelkên Amedê niha helmetek dane destpêkirin da ku ew kesên di erdheja Xarpêt û Meletiyê de malên wan hilweşiyane,  bê dem û bê berdel li otêl û malên xwe bikin mêvan, helmeta ku parlamneterên AK Partiyê jî piştgiriyê lê dikin, li ser medyaya civakî jî her diçe berfirehtir dibe.

Hadî Balyan li bajarê Amedê xwediyê Otêlekî 5 stêr e ku  encamên dawî yên di derbareyê erdheja Xarpêtê de bi nîgeranî û bi dilêş ji televîzyonê dişopîne.

Ew dibêje ev çend roj in ku xew nekatiye çavên min û wek erdhej di dilê min de çêbûye, ji bo qurbaniyan tiştek ji destê wî nayê; lê ew hewl dide ku birînên mexdûrên mayî bi qasî hêza xwe bipêçe.

Hadî Balyan ji Rûdawê re got: “Rewşeke gelek zehmet e, bi rastî ez nikarim îfade bikim, ew kesên ku xaniyan wan nemane em dikarin li otêla xwe bikin mêvan, niha em xebatek dikin da ku otêlên Amedê bi giştî tevlî vê helmetê bikin.”

Li gor raporên fermî, di erdheja Xarpêt û Meletî de 76 xanî xerab bûne û hejmara qurbanî û brîndaran gav bi gav zêde dibe; lê belê % 80 ji xelkên van herêman di vê sir û sermayê de nikarin bikevin xaniyên xwe, ji ber ku 645 apartman êdî nema têne bikaranîn û yên ku xaniyên wan saxlem jî mane, ji tirsan nakevin malên xwe.

Piştî erdhejê, niha li ser medyaya civakî herkes li gor hêza xwe helmet daye destpêkirin, yên ku deriyên malên xwe, yên ku otêl, ofîs û buroyên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine navnîşanên xwe eşkere dikin û bang li wan dikin.

Komeleya Otêlvanên Amedê  jî niha helmetek daye destpêkirin û wan birya girtiye ku ewê hemû jûrên otêlên xwe bê berdîl û be dem ji xelkên Xarpêt û Meletî re vekin.

Endamê Rêvebiriya Komeleya Otêlvanên Amedê, Ferman Zaman dibêje: “Ew xwîşk û birayên me ne,  em her tim di xizmeta wan de n, ser seran ser çavan çi ji destê me were emê ji bo wana bikin.”

Helemeta ku bi destê xelkê û Komeleya Otêlvanên Amedê hatiye destpêkirin ji aliyê parlementerên hukumetê ve jî gelek erênî tê dîtin.

Parlementera AK Partiyê ya Amedê, Oya Eronat derbarê vê kampînê de ji Rûdawê re ragihand: “Ev helmet dide nîşan ku mirovahî ji pere gelek bi qîmettir e ,  Komeleya Otêlvanên Amedê bi vî helmetê gaveke mînak avêtine, emê vê yekê berfirehtir bikin û birayên xwe bi tenê nehêlin.”

Ji aliyekê din ve li Amedê Jûrên pîşekar û bazirganiyê, Komeleyên Jinên Karsaz  û xêrxwaziyê her yek bi cureke cûda ji bo ku alîkarî bigihînin mexdûrên erdhejê  niha xebatên xwe didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst