Li Bakurê Kurdistanê rojname û kovar di qeyranê de ne

27-01-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Ji ber bilindbûna nirxên kaxiz û lêçûnên çapkirinê, rojnameyên herêmî yên Bakurê Kurdistanê jî tûşî qeyraneke mezin bûne.
Ji ber bilindbûna nirxên kaxiz û lêçûnên çapkirinê, rojnameyên herêmî yên Bakurê Kurdistanê jî tûşî qeyraneke mezin bûne.
Nîşan Kurdistan Bakurê Kurdistan Rojname Kovar Qeyran
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji ber bilindbûna nirxên kaxiz û lêçûnên çapkirinê, piştî weşanxaneyan niha kovar û rojnameyên herêmî yên Bakurê Kurdistanê jî bi qeyraneke mezin re rûbirû ne.

 

Li Bakurê Kurdistanê, maliyetên kaxiz û hibrê li gor sala borî % 100 zêde bûne, ji ber wê jî 9 rojnameyên herêmî ku li bajarê Amedê her roj dihatin çapkirin, biryar dan ku dê rojên yekşembiyê weşanên xwe rawestînin.

 

Gerînendeyê rojnameya  Guncela Amedê, Zekî Ozer li ser mijarê ji Rûdawê re dibêje, ku mehane 40 hezar lîre lêçûnên wan ên çapkirinê heye; lê ew tenê ji vê 40 hezarî tenê 16 hezar lîre dikarin li xwe vegerînin.

 

Zekî Ozer ragihand: “Berê me her roj 1,200 rojname çap dikir; lê aniha me tevî rûpelên xwe kêmtir kiriye jî, herî zêde em 750 rojnameyan çap dikin; di dîroka Komara Tirkiyeyê de ev cara pêşîn e ku rojname ji bo barê maliyetan çapên xwe didine rawestandin.”

 

Bi bilindbûna nirxê dolar û Euroyê li hember lîreyê Tirkî pêdiviyên çapkirinê yên wek tomara kaxiz, hibir û madeyên kîmyayî %100 zêde bûn, rojnameyên herêmî yên Amedê di serî de ji bo ku li ber xwe bidin, hejmara rûpelên xwe ji 12an daxistin 8an û hin xwediyên rojanameyan jî karmend ji kar derxistin, niha di çapxaneyan de karê 4 karmandan tenê karmendek dike.

 

Xwediyê Çapxaneya Expresê, Husnû Pervane di derbarê qeyrana rojname û kovaran de ji Rûdawê re dibêje: “Dahatûyên hemû rojnameyan ji aliyê saziyên fermî ve hatien qutkirin; ji ber van hemû sedeman xwediyên rojnameyên herêmî yên Amedê biryareke bi vê rengê girtine; lê wisa xuya ye ku wê ev bergirî çareseriyeke mayînde peyda neke.”

 

Rojnameyên herêmî li bajarê Amedê heta niha ji bilî reklamên herêmî debara xwe bi îlanên fermî dikirin; lê niha Saziya Ragihandin û Çapamenîyê behra wan yên îlanên fermî jî %75 daxistiye û ev yek barên wan girantir kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst