Artêşa Tirk bombardiman dike û xelk koçber dibe

27-01-2018
RÛDAW
Her ku diçe hejmara koçberên ji derdora Efrînê zêde dibe
Her ku diçe hejmara koçberên ji derdora Efrînê zêde dibe
Nîşan Efrîn Koçber Tirkiye Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji dema operasyona artêşa Tirkiyê û grûbên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, bi hezaran kes ji derdora Efrînê koçber bûne û her roj hejmara wan zêde dibe.

 

Welatiyên ku ji ber operasyon û êrîşên artêşa Tirkiyê û grûbên girêdayî wê koçber dibin di rewşeke dijwar de dijîn. Ligel derbasbûna her rojekê jî hejmara koçberan zêde dibe û bi dehan malbat jî neçar in di jêrzemînên nav Efrînê de bi hevre bimînin.

 

Mer'î Hesen yek ji wan welatiyên derdora Efrînê ye ku niha koçberî nav Efrînê bûye û dibêje: “Min xwest bêm Efrînê, loma me xaniyê xwe bicîh hişt. Navçe hat bombardimankirin, firinek kirin armanc, otomobîlên me bombardiman kirin û her der bombardiman dikirin. Ez doh gehiştim vê derê û îro jî min xwarzê û biraziyên xwe anîn.”

 

Koçberên ku ji ber bombardimanên artêşa Tirkiyê gund û navçeyên xwe bicîh hiştine, ji jiyana koçberiyê bêzar in, lê dibêjin ku ji xeynî bijardeya koçberbûnê ti rêyên din li ber wan nemabûn.

 

Derbarê rewşa wan a di koçberiyê de Zerîfe Husên got: “Xaniyên me bombardiman kirin û me jî bicîh hiştin. Sê zarokên min hene û ew di jêr dar û berên xaniyê rûxandî de bûn, çi bibêjim? Ez ducanî me û hinek dar û ber bi ser min de jî ketin.”

 

Operasyona artêşa Tirkiyê û grûbên girêdayî wê bûye sedema ku bi dehan malbat ji hev qut bibin. Welatiyên koçber hêvîdar in ku di kurttirîn dem de operasyon bidawî bibe û ew jî vegerin ser mal û halên xwe.

 

Koçbereke din a Efrînê bi nave Arezû Sîdo jî xemên xwe wiha tine ziman: “Em ji bombardiman û hatina pêş a artêşa Tirkiyê tirsiyan. Çend keçîn min hene û nizanim çi bi serê wan hat. Em reviyan û hatin mala bavê min li Efrînê. Sê-çar roj jî dibe kurê min li nexweşxaneyê ye.”

 

Artêşa Tirkiyê 20ê Çileya 2018ê operasyona Efrînê daye dest pê kirin û rojane derdora Efrînê tên topbaran û bombardiman kirin. Di van êrîşan de heta niha bi dehan kes bûne qurbanî û di nav wan de kesên sivîl jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst