Artêşa Tirkiyê gundê Rojava gulebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) – Leşkerên Artêşa Tirkiyê gundê Mezrê ya li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê gulebaran kir û di encamê de 3 hemwelatiyên sivîl birîndar bûn.


Li gorî gotina hemwelatiyên gundê Mezrê ya li devera Dêrika Hemko, leşkerên Artêşa Tirkiyê duh bi şev bi çekên Doşka gundê wan gullebaran kirine û di encamê de 3 kesên sivîl birîndar bûne.

 

Hate gotin, ku şervanên YPGê derketine ser xaniyên gund û bi dûrbînan li aliyê Tirkiyê nerine û piştî vê yekê ji aliyê bakûr ve gule li gund hatiye reşandin.

 

Hemwelatiyên gundê Mezrê eşkere kirin, ku kesên bi navê Mihemmed Emîn Heyder, Salih Elşêx, Ebdî Reşo birîndar bûne.

 

Hate gotin, ku di gundê Mezrê ti alîgirên PYDê nîn in.

 

Ragihandina nêzîkê PYDê jî daxuyand, ku di encama gulebaranê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî birîdar bûne.

 

Gundê Mezrayê dikeve herêma Beravê û 15 kîlometreyan li bakurê bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye.