Parlamenterên HDP li Kobanê ne

27-01-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro çûn bajarê Kobanî.

 

Parlamenterên HDPê Îbrahîm Ayhan, Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Binîcî, Ayla Akad Ata, Sabahat Tûncel û Nursel Aydogan îro bi hev re çûn Rojaveyê Kurdistanê.

 

Sariyildiz li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyek li Kobanî kişandî weşand û li binê wêneyê jî wiha nivîsandibû: “Ji Kobaniya azad wêneya yekemîn.”

 

Piştî 134 rojan ji şer û pevçûnan duhî, şervanên YPG û YPJê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniyê karibûn bajarê Kobanî ji destê DAIŞê derxînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst