Hevjîna Talebanî: Ez ne li dijî wê me kongreya YNKê di dema xwe de bê kirin

27-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hevjîna Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê û Endama Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed, diyar kir ku ew hewl dide qonaxa niha nav YNKê de bi awayekî baş were derbaskirin û ragihand, ew ne li dijî paşxistina çaremîn kongreya YNKê ye.

Hevjîna Talebanî û endama polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed, îro (27.01.2014) li bajarê Silêmaniyê serdana encumena navendî ya partiya xwe kir û bi endamên encumenê re civiya.

Hêro Îbrahîm di civînê de diyar kir ku ew wek endameke polîtburoyê hertim hewl dide qonaxên hestiyar yên YNKê bi awayekî serkeftî bê derbaskirin. Îbrahîm, li ser lidarxistina çaremîna kongreya YNKê jî axivî û got, ew ne li dijî wê ye ku kongre di dema xwe de were sazkirin.

Li gorî daxuyaniya civînê, hevjîna Talebanî gotiye ku ew girêdayî nêrîna piraniya endam û kadroyên YNKê derbarê lidarxistina kongreyê ye.

Çaremîn kongreya YNKê 31ê Çileya 2014an were lidarxistin lê li gorî agahiyan hinek pêşniyar bo paşxistina kongrê hatine kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst