Îbrahîm Halîl Baran: Pêwendiyên me yên bi dewletên xwedîrol re berdewam in
Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahîm Halîl Baran got, “Pêwendiyên me yên bi dewletên xwedîrol re berdewam dikin.”
Siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Partiya Kurdistanî (PAKURD) Îbrahîm Halîl Baran li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtinên xwe yên bi dewletên ku li ser paşeroja Kurdan xwedîrol re peyamek belav kir.
Îbrahîm Halîl Baran di parvekirina xwe de anî ziman:
“Pêwendiyên me yên bi çend dewletên ku li aliyên cuda ne lê li ser paşeroja Kurdan xwedîrol in re berdewam dikin.
Ez bi xwe jî bi rojan e li seferê me. Ev carinan di çapemeniyê de jî derdikeve pêş.
Nizanim encam dê çi be lê dê nikaribin bibêjin ku dema cîhan diguherî Kurd li mala xwe rûniştîbûn.
Tê dîtin ku kesên ku xwendina wan a siyasî nîne, nikarin rewşê fam bikin lê miletê me di rojên krîtîk de ye û dema nîqaşên vala nemaye.
Bi hêvî bin.
Her tişt dê baş bibe.”
Birbirinden farklı kamplarda yer alan ama Kürtlerin geleceği üzerinde söz sahibi olan birkaç devletle temaslarımız devam ediyor. Kendim de günlerdir seferdeyim. Dönem dönem basına da yansıyor bu. Sonuç ne olur bilmiyorum ama dünya değişirken Kürtler evlerinde oturuyordu da…
— ibrahim halil baran (@ixbaran) December 26, 2024
Desthilata Beşar Esed 8ê vê mehê rûxiya û Heyeta Tehrîr El Şamê hikûmet xist bin kontrola xwe.
Niha li Sûriyeyê hikûmeteke demkî hatiye avakirin û li gorî planê dê heta Adara 2025an ev hikûmet li ser kar be.
Piştî ku Tehrîr El Şam ket Şama paytexta Sûriyeyê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin û meraqkirin.
Şandeyên Amerîka û Fransayê li Rojavayê Kurdistanê hewl didin partiyên Kurdan li hev bînin ku bi hev re biçin Şamê.