Hêzên Rûsyayê baregeha xwe ya li Amûdê vala kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rûsyayê baregeha xwe ya leşkerî ya li Amûdêya Rojavayê Kurdistanê vala kir.
Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, hêzên Rûsyayê ji baregeheke xwe ya din a li Rojavayê Kurdistanê vekişiya.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Rûsyayê baregeha leşkerî ya li Amûdê vala kiriye.
Her wiha SOHRê da zanîn ku hêzên Rûsyayê ji bo alav û wesayîtên xwe yên leşkerî veguhêzin baregeha Himeymîmê ya Laziqiyeyê ber bi balafirgeha Qamişloyê ve bi rê ketine.
Hêzên Rûsî sala 2019an li gel destpêkirina operasyona “Kaniya Aştiyê” ya Tirkiyeyê û grûpên nêzikî wê ya li Rojavayê Kurdistanê, li dibistaneke amadehiyê ya teknîkî ya li başûrê bajarê Amûdê bi cîh bûbûn.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir.
Li ser rûxina rejîmê hêzên Rûsyayê ji gelek barêgehên xwe yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişiyan.
Beriya çend rojan hêzên Rûsyayê ji baregeha xwe ya li Kobaniyê jî vekişiyabûn.