MÊRDÎN - Mesîhiyan Christmas pîroz kir

Mêrdîn (Rûdaw) – Mesîhiyên li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê jidayîkbûna Îsa Mesîh (Christmas/Noel) pîroz kir.

Christmas ji aliyê Mesîhiyên Katolîk, Ortodoks û Protestan ve bi ayînên olî hat pîrozkirin.

Christmas li Dêra Protestonan a Mêrdînê bi îlahiyên Kurdî û Tirkî hat pîrozkirin ku keşeyê wê Kurdekî ji Amedê ye û navê Ender Peker e.

Mesîhiyên li Mêrdînî li dêra ku bi darên çaman ên Noelê hatiye xemilandin bi pêşengiya keşeyê Kurd Christmasê pîroz dikin.

“Di Mesîhîtiyê de yek ziman tune”

Ender Peker diyar kir ku her kes bi zimanê xwe rojbûna Îsa Mesîh pîroz dike û pê de çû:

“Her 25ê meha meha 12an em bûyîna Îsa Mesîh pîroz dikin.

Di Mesîhîtiyê de yek ziman tune. Her kes bi zimanê xwe diperize Xweda.

Yê Kurd bi Kurdî, yê Tirk bi Tirkî, yê Ereb bi Erebî. Île bi zimanekî be, bi vî diayan bixwîne, bi vî zimanî îlahiyan beje, na!

Tiştekî welê tune, Em Kurd jî hene, Suryan jî hene, Tirk jî hene. Em bi Kurdî jî bi Tirkî jî dibêjin ferq nake.

Ji ber ku Hz. Îsa dibêje bi hemû zimanan hûn dê diçin pêş Xwedê li ser çokan. Bi her zimanî rûmetê bi navê wî bidin.”

Di merasîma Cejna Christmasê de li gel Mesîhiyan pêkhateyên bajêr yên ji bîr bawerî û ji neteweyên cuda jî amade bûn û bûn hevparê şahiya cîranên xwe yên Mesîhî.

“Em dixwazin însan tev bi hev re baş bin”

Şîmon Dal Kurdekî Mesîhî ye, Şîmon diyar kir ku ew dixwazin mirov ji hev hez bikin û got:

“Ez ji Kercosa Batmanê me. Navê min Şukrî ye vê paşiyê piştî vaftîzê min navê xwe kir Şîmon.

Îro eyda me ye, cejna me ye. Cejna bûyîna Îsa Mesîh e. Em dixwazin însan tev bi hev re baş bin, aram bin, xerabiyê bi hev nekin, ji hev hez bikin.”

“Bira şer nebe, neqencî nebe”

Abraham Yîgît jî Kurdekî Mesîhî ye û ji Cizîra Botan e. Wî jî bal kişand ser girîngiya hezkirinê û got:

“Ez xelkê Cizîra Botan im navê min berê Îbrahîm bû. Piştî wê Îbrahîm mir, niha navê min Abraham e.

Hêvîya me ji vê salê xweşî hebe, zivirandina min a ser Îsa Mesîh ji ber vê ye. Îsa Mesîh gotîye reb hezkirin e. Ji hev hez bikin.

Ji bilî jihevhezkirinê tiştekî din nekin. Bira şer nebe, neqencî nebe, bira nebaşî nebe, bira vir û derew nebin.”

Lîdya Ok Kurdeke Mesihî ye û ji Mêrdînê ye. Lîdyayê wiha behsa cejnê kir:

“Berîya Noelê em dara xwe çêdikin. Wek li vê dera. Em tiştan ji zarokên xwe ra çêdikin. Em haziriyê dikin, çorekan çêdikin. Em şîva çêdikin.

Ez Kurmanca Mêrdînê me, ez şîva Mêrdîniyan çêdikim ji wan re.

Em tên dêrê li vir îlahî û wez tên gotin. Piştî ev der diqede îca diçin mêvandariyê em derin cejna wan pîroz dikin.”

Li gorî texmînan hejmara Mesîhiyên Mêrdînê yên Katolîk, Ortodoks û Protestan niha derdora 4 hezaran e.

Ew jî wekî reng û baweriyên herî qedîm ên bajêr bi sedan sal in li gorî bîr û baweriya xwe tevdigerin û dijîn.