Welatiyan banga rawestandina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û aştiyê kir / Wêne: Ji ber dîmenan
Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya DBP, DEM Partî û saziyên civaka sivîl û Dayîkên Aştiyê çend roj in li ser sînorên Bakur û Rojavayê Kurdistanê çalakiya nobetê daye destpêkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku li gel Qamişloya Rojavayê Kurdistanê hevsînor e çalakî tê kirin.
Welatiyan banga rawestandina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û aştiyê kir.
Dayîka Aştiyê Perîhan Altugê got:
“Şerê Rojava li ser serê me hemûyan e, ne li ser serê Rojava tenê ye.
Bi hezaran zarok, jin û ciwan tên kuştin. êdî bes e.”
Dayîka Aştiyê Perîhan Altugê her wiha anî ziman:
“Kurd li kû derê hebin dê ji bo Rojava li ser lingan bin.
Em dê şerê qirêj bisekinînin. Sed sal jî şer bikin divê di dawiyê de aştî çêbibe.
Kurd bi şer xilas nabin. Ji bo aştiyê werin em dê destê xwe bidin hev û bila xwîna van ciwanan bisekine.
Bila xwîna Kurd, Tirk û Ereban raweste.”
Li navçeya Sirûcê ya Rihayê jî li beramberî Kobaniyê jî Kurd ji bo xwişk û birayên xwe yên li aliyê din ê sînor li ser pêyan bûn.
Di çalakiyê de birayê Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan axivî.
Ocalan tekez kir ku Rêveberiya Xweser li ser Tirkiyeyê ne gef e û banga diyaloga li gel Kurdên Rojava li Enqereyê kir.
“Kurd vî tiştî qebûl nakin”
Mehmet Ocalanê birayê Abdullah Ocalan got:
“Eger ji Rojava guleyek an jî saçmayek hatiye Tirkiyeyê, Tirkiye dikare bi her rengî her tiştî bike.
Her kes dizane ku ji Rojava yek gule jî nehatiye Tirkiyeyê lê Tirkiye dixwaze gelê Kurd li Rojava tune bike.
Kurd vî tiştî qebûl nakin û em jî qebûl nakin.
Tirkiye bila pirsgirêka Kurdan bi awayekî demokratîk çareser bike.
Ne pêwîst e ku Tirkiye Kurd li kû derê bin hicûmî wê derê bike û here ser wê derê, ev ne tiştekî rast e.”
Piştî rûxîna rejîma Beşar Esed a 8ê vê mehê, Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi wê ve êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de zêde kirine.
Xelkê Rojavayê Kurdistanê û Berpirsên Rêveberiya Xweser ji operasyoneke nû ya berfireh a Tirkiyeyê dilgiran in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse