Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) nasnameya fermandareke eşkera kir ku li şerê li Bendava Tişrînê canê xwe ji dest daye.
YPJyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameya fermandara YPJyê Ronahî Yektayê eşkera kir.
YPJyê ragihand ku Arşîn Hisêna bi nasnava Ronahî Yekta, duh di rûbirûbûna êrişên çekdarên Tirkiyeyê piştevaniya wan dikle de li Bendava Tişrînê canê xwe ji dest da.
Derbarê Ronahî Yektayê YPJyê wiha gotiye:
“Ew li bajarê rûmet û berxwedanê Efrînê hate cîhanê. Di zarokatiya xwe de di nav xebatên çand û hunerê de cih girt.
Bi gurbûna şoreşa azadiyê ya li Sûriyeyê re, wê jî berê xwe da çeperên têkoşînê.
Sala 2012an dema ku çeteyên El Nusra êrişî Helebê kir, li hemberî wê Ronahî rêka têkoşîn û berxwedanê hilbijart û beşdarî nava xebatên şoreşê bû.”
Li derdora Bendava Tişrînê şer berdewam dike lê çekdar derbasî rojhilatê Çemê Feratê nebûne û bendav di destê HSDyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse