Bîlançoya şerê li Minbicê hat eşkerekirin

13 demjimêr berê
Nîşan HSD Minbic Bendava Tişrînê Çekdar Bîlanço
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û SOHRê bîlançoya şerê doh ê li Minbicê eşkere kir.

Li derdora Bendava Tişrînê û li çoltera Minbicê şerê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de berdewam dike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hemû êrişên li gundewarê başûrrojhilatê Minbicê û Bendava Tişrînê têk birine.

Li gorî daxuyaniyê, di van şer û pevçûnan de 14 çekdar hatine kuştin.

Her wiha hat diyarkirin, “Bi dehan çete birîndar bûn. 2 panzêr û 2 erebeyên doçka li ser wan û 2 motorsiklêtên çeteyan hatin rûxandin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk dîmenên çalakiyên şervanan ên li başûrrojhilatê Minbicê jî belav kirin.

Li hêla din, Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî bîlançoya şerê doh ê li Bendava Tişrînê eşkere kir.

Li gorî nûçeya SOHRê, 12 çekdarên ku komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan hatine kuştin û 3 şervanên HSDyê jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst