HEWLÊR – Tîmeke beytarên xwebexş a ji Bedlîsê kûçikên bêxwedî dixesînin

26-12-2023
RÛDAW
200 kuçik dê bên xesandin / Wêne: Rûdaw
200 kuçik dê bên xesandin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Xesandin Kuçik Rojîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi pêşengiya hunermend Rojîn, tîmeke beytarên xwebexş ji bo xesandina kûçikên bêxwedî ji Bedlîsa Bakurê Kurdistanê hatin Hewlêrê.

Komeleya Beytar û Teknîsyenên Xwebexş a ku 2022yan li navçeya Tuxê ya Bedlîsê hatiye avakirin, ji bo xesandina kûçikên bêxwedî yên Hewlêrê dest bi xebatan kirin.

200 kuçik dê bên xesandin

Beytarên xwebexş plan dikin ku di navbera 4 rojan de 200 kûçikên bêxwedî bixesînin.

Ji bo xesandina her kûçikekê  50 – 60 dolar tê xerçkirin.

Serokê Komeleya Beytar û Teknîsyenên Xwexweş Dr. Omer Selçîn ji Rûdawê re axivî.

Omer Selçîn diyar kir ku ew li ser daxwaza hunermend Rojîn hatine Hewlêrê û got:

“Ev 2 roj in em li stargeha kûçikan a Hewlêrê ne. Me nivê karê xwe qendandiye. Me heta niha 100 kûçik xesandine.

Bi destûra Xwedê heta roja çarsemê em dê 200 kûçikan stewr bikin û vegerin Tirkiyeyê.”

Ji bo xesandina hemû kuçikên Hewlêrê mehek pêwîst e

Dr. Selçîn da zanîn ku eger ew heta mehekê li Hewlêrê bimînin dê bikarin hemû kûçikên bêxwedî yên bajêr bixesînin û wiha domand:

“Li stargehên Hewlêrê tenê 3 maseyên xesandinê hene, ji ber vê sedemê jî 3 tîmên me amade ne.

Bê guman li Tirkiyeyê gelek beytarên wekî me yên xwebexş hene û hemû jî dê bi kêfxweşî xizmetê bikin.

Hêvî dikim ku derfet bên çêkirin ku hevalên me yên din jî bikaribin xizmetê bikin.”

“Mafê ajelan jî hene”

Hunermend Rojînê jî têkildarî projeya ku pêşengtiya wê dike ji Rûdawê re axivî:

“Mafê ajelan jî heye ku li ser rûyê erdê bijîn. Wekî mirov em difikirin ku em serwerên cîhanê ne. Divê em zilmê li wan nekin.

Di quranê de jî cihê wê heye, ajel emanetê mirovan in. Em çiqasî xwedî li kûçikên kolanan derkevin, em dê ewqasî xêr bikin.” 

Stargeha kuçikan a Hewlêrê

Sala borî li Hewlêrê nêzîkî 1600 bûyerên êrişê yên kûçikên bêxwedî hatin tomarkirin.

Meha Tîrmehê ya 2023yan li Hewlêrê ji bo komkirina kûçikên bêxwedî û şandina sitargehan, kampanya hat destpêkirin.

Li Hewlêrê sitargeha kûçikên bêxwedî, li ser 20 donim erd hatiye avakirin.

Stargeh li gorî pîvanên navneteweyî dikare 12 hezar û 500 kûçikan bihewîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst