Tirkiyeyê navendeke MSDyê û mala kesekî sivîl bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Navendeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li bajarê Dirbêsiyê hat bombebarankirin lê heta niha encam û ziyanên wê êrişê nehatine zanîn.

Herwiha malek jî li Dirbêsiyê hat bombebarankirin.

Li gorî zanyaryên xwecihihî, îro derdora seat 20:00an droneke artêşa Tirkiyeyê navendeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li nahiya Dirbêsiyê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî heman zanyariyan, ew navenda MSDyê li nêzîkî firneya Dirbêsiyê bûye.

Herwiha her îro droneke Tirkiyeyê li rojhilatê Dirbêsiyê mala welatiyê bi navê Eşref El Kiya bombebaran kir.

Heta niha encam û zererên wan êrişê nehatine zanîn lê tenê hatiye zanîn qurbanî hene.

Ji dema sê rojan ve êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê zêde bûne.

Li gorî amarên dawiyê, 8 kesan canên xwe ji dest daye û 18 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan sivîl in.