'Divê MSD û HSD bi awayekî cidî li ser vê bedengiya Amerîka û Rûsyayê bisekinin'

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê di van rojên dawî de bi awayekî dijwar Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.

Di van êrişan de nexweşxane, santralên petrol û elektrîkê û gelek deverên sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê tên armanckirin.

Di van sê rojan de ku xelkên Rojavayê Kurdistanê pêşwaziyê li sala nû dike, careke din êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li wê derê dijwar bûne.

Li gorî zanyariyên xwecihî, welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan êrişan.

Serokê Partiya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî Ferhad Têlo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa van pêşhateyên nû kir.

“Bi van êrişên dijwar dixwaze xelkê koçber bike”

Serokê Partiya Yekîtiya Leberal a Kurdistanî Ferhad Têlo got, “Ev êrişên dijwar ji bo wê ne ku karibin xelkê birtirsînin, metirsiyekê têkin nava xelkê, xelkê koçber bikin.

Li qutê xelkê dixe, li cihê elektrîkê dixe, li cihê mazotê dixe. Li nexweşxaneyan dixe, beriya saetekê li nexweşxaneya şûştina gurçikan xist, li cihên ku xelkê sivîl tê de kar dike dixe.”

Serokê Partiya Yekîtiya Leberalê wiha ji Rûdawê tekez kir ku tenê di van êrişan de cihên sivîl tên armanckirin û di encamê de jî welatiyên sivîl bûne qurbanî.

“Divê MSD û HSD bi awayekî cidî li ser vê bedengiya Amerîka û Rûsyayê bisekinin”

Ferhad Têlo wiha pê de çû:

“Êm wekî Yekîtiya Lîberal dibêjin ku divê MSD û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi cidiyet li ser vê meseleya bedengbûna Amerîka û Rûsyayê bisekinin.

Me dît ku ev êriş roj bi roj zêdetir û dijwartir dibin. Ev jî miletê sivîl baca wê dide.

Li cihê leşkerî nexist. Eger li cihên HSD û YPGyê xistiba, me dê bigota jixwe şer e dijminatî ye.

Lê dema li cihên sivîlan dixe, tirsê dixe nav xelkê ku karibe wan koçber bike. Hedefa dewleta Tirk ev e.”

Di van sê rojan de Tirkiyeyê, nexweşxane, çapxane, navendên pîşesaziyê, kargehên zeytûnan, santralên petrol û elektrîkê û gelek deverên sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin û ew der ji kar ketin.