Kurdên Êzdî û Misilman cejna Krîstiyanan pîroz kirin

26-12-2022
Nayîf Remezan
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Cejna Christmasê Kurdên Êzdî Kurdên Misilman Krîstiyan Jidayikbûna Mesîh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Sêcê yê Krîstiyanan ê ser bi Semêlê ve ku ji 200 malan pêk tê, Cejna Jidayikbûna Mesîh li wî gundî bi rengekî cuda hat pîrozkirin. Kurdên Misilman û Êzîdî ji gundên derdorê berê xwe dan wî gundî û bi Krîstiyanan re cejnê pîroz kirin.

Malbatên Krîstiyan ên ku ji Şengalê koçberî gundê Sêcê bûne hêvî dikin ku sala bê cejna xwe li cih û warên xwe pîroz bikin.

Heşt sal in cejna xwe li koçberiyê pîroz dikin. Ev malbat krîstiyanên Şingalê nê, ji sala 2014an vir ve li gundê Sêcê yê Sêmêlê yê Duhokê bi cih bûye. Ser û pê xwarina sereke ya sifreya wan e. Fadî û birayê xwe bi xweşiya cejnê li hev kom bûne lê dilê wan her li Şingalê ye.

Koçberê Krîstiyan ê Şingal Fadî Xaço got “ev kombûn kombûneke xwş e lê em hêvî dikin bo sala bê em li gundê xwe bîn, da xewştir be digel der û cîran û xwişk û bira û kes û karan.”

Mala muxtarê gundê Sêcê, bûye chê heştemîn kombûna krîsimisê ya awareyên krîstiyanên deşta Neynewa û Şingalê. Herwisa misilman û Êzdiyên navçeyê jî digel wan  beşdar dibin.

Muxtarê gundê Sêcê Kerîm Sebrî got “Êzdî yên li ba me, misilmanên li ba me û pêkve dijîn û gelek aram in.

Fermanber Remezan koçer diyar kir Em di hemî cejnan de serdana hev dikinn û niha jî cejna birayên me yên krîstiyanan e û em hatîne vejana wan wekî gundên dewrûberê. Her tiştek hebe em bi hewara hev diçîn.”

Gundê Sêcê gundekê krîstiyan nişîn e û ji bêhtirî 200 malan pêk tê. Ji bilî wan 10 malên krîstiyanên awareyên Şingal, 25 mal ên deşta Neynewa û 30 malên awareyên Kurdên Êzdî li vî gundî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst