Li Amedê wesayîta leşkerî wergeriya: 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, îro 26ê Kanûna 2022ê wesayîta leşkerî wergeriya û di encam de 6 leşker birîndar bûn.

Li gor medya Tirkiyê, îro 26ê Kanûnê li ser rêya Amed-Farqînê wesayîta zirxpoş a leşker vediguhestin wergeriya. Di bûyerê de 6 leşker birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Leşkerên birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapiy ya Amedê hatin veguhestin.

Hatiye ragihandin ku rewşa leşkeran baş e û metirsiya wan a canî nîne.