Artêşa Tirkiyê li herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-19” dane destpêkirin.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Duşemê 26ê Kanûna 2022an ragihand ku artêşa wî welatî li herêma Besta ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.

Li gor daxuyaniyê, li herêma Besta ya Şirnexê bi beşdarbûna 470 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevanan ku ji 39 tîman pêk tên, operasyona bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-19” hatiye destpêkirin.

Roja 24ê Kanûnê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di serdana xwe ya Amedê de ragihandibû ku hêzên wan li parêzgehên Amed, Çewlîg, Mûş û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-18” dane destpêkirin.

Sala bihorî jî li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên bi navê “Eren-Dorpêç –Zivistan” hatibûn destpêkirin ku heta niha berdewam in.

Herî dawî 24ê Mijdara îsal li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê operasyoneke nû bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-15” ji aliyê hêzên Tirkiyê ve li dijî PKKê hatibû lidarxistin.