Leşkerekî din ê Tirkiyê di operasyona Pençe Kilîd de hat kuştin

26-12-2022
RÛDAW
Nîşan Pence-Kilîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di operasyona “Pence-Kilîd” di nav axa Herêma Kurdistanê de leşkerekî wan hatiye kuştin. Lê  Hêzên Parastina Gel (HPG)  ku baskê serbazî yê PKKê ye dibêje di encama çalakiyeke  gerîlayên wan de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê li Xakurkê  hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê  roja Dûşemê  26ê  Kanûna  2022an  li devera operasyona Pence Kilîd a li nav axa Herêma Kurdistanê, di encama gulebarana  gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de  leşkerekî wan ê bi navê Huseyin Korkmaz hatiye kuştin.

Lê li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye îro Duşemê 26ê Kanûna 2022an  ragihandiye ku di encama çalakiyeke gerîlayên wan  de 25ê Mijdara 2022an 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê li herêma Xakurkê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna li nav axa Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kir û operasyon heta niha berdewam in. Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên nav axa Herêma Kurdistanê li xwe digire.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bîlançoya 7 mehan a "Operasyona Pence-Kilîd" li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên Başûrê Kurdistanê ku ji 17ê Nîsanê ve hatiye destpêkirin eşkere kiribû û îddîa kiribû ku di 7 mehên wê operasyonê de 455 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya HPGê jî bîlançoya 7 mehan a şer û pevçûnên ligel artêşa Tirkiyê eşkere kiribû û ragihandibû ku bi giştî di operasyona Pence Kilîd de 2 hezar û 544 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin ku 18 jê efser bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst