Dr. Kawa Ezîzî: PYD û PKK ji bo rêkeftineke Kurdî-Kurdî dibin rêgir

26-12-2022
Hisên Omer
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê ENKS Dr. Kawa Ezîzî PYD PKK Fethullah Huseynî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Nûneratiya ENKS Dr. Kawa Ezîzî derbarê diyalog û rêkeftineke Kurdî-Kurdî de got "Em amade ne ji bo guftûgo, nêzikbûn bi hev re birêvebirina Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê. Lê mixabin her tim PYD û PKK dibin rêgir ji bo her rêkeftinekê û her nêzikbûneke Kurd û Kurd."

Êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê ku bi şêweyekî berfireh jêrxana aborî kiribûn armanc, û gefên Tirkiyê bi pêkanîna êrîşeke bejahî ne tenê aliyên nakok ên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev nekirin, lê belê dîwarê sarbûna pêwendiyên wan stûrtir kirin.

Fethullah Huseynî, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd û endamê Nûneratiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, êrîşên Tirkiyê aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev nekirine û goftûgoya hebû jî têk çûye.

Fethullah Huseynî got "Çiqas gefên wan li ser me gelek bûn, çiqas kirdarên wan li ser me pir bûn, beriya wê di rêya Cehet El-Nusre re, piştre di rêya DAIŞê re, piştî wê Tirkiye bixwe êrişî Rojavayê Kurdistanê kir û bajarên Kurdî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê niha dagirkirî ne. Lê ew helwest ne helwesta di asta mesûliyetê de bû ku ew hindek partiyên siyasî têkevin rêza yek xîtaba niştimanî ku li Rojavayê Kurdistanê heye. Bir rastî guftûgoyek hate ragihandin lê ew guftûgojî ez dikarim bibêjim di halê hazir de feşelaniye."

Li anliyê din Encûmena Niştimaniya Kurd dibêje ku ew ji bo gûftûgo û nêzîkbûnê amade ye, lê hevrikên xwe bi têkdana hewlên nêzîkbûnê tohmetbar dike.

Dr. Kawa Ezîzî, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye û serokê Nûneratiya ENKS li herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re got, ENKS hertim destê xwe ji bo lihevkirinê dirêj kiriye, lê aliyê hember rêgir e.

Serokê Nûneratiya ENKS Dr. Kawa Ezîzî dibêje "Tiştekî gelek normal e ku êrişeke derve hebe ew hêzên navxwe yekgirtî bin, nêzikî hev bibin. Ê me wek Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê, destê me dirêjkiriye û herdem jî me gotiye em amade ne ji bo guftûgo, nêzikbûn bi hev re birêvebirina Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê. Lê mixabin her tim PYD û PKK dibin rêgir ji bo her rêkeftinekê û her nêzikbûneke Kurd û Kurd."

Derengiya şeva 19 û serê sibeha 20ê mijdara 2022yê, hêzên asmanî yên Tirkiyê dest bi êrîşeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Rojhilatê Sûriyê kirin.

Heta niha jî, gefên Tirkiyê bi encamdana êrîşeke bejahî berdewam in. Êrîşên asmanî û gefên êrîşa bejahî dilman û gumanên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji hev kûrtir kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst