15 siyasetmedarên DBPê bo dadgehê hatin veguhastin

26-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û 14 hevserokên din ên wê partiyê ku heftiya borî di operasyonekê de hatibûn destserkirin, bo  dadgehê hatin veguhastin.

Roja înê 23ê Kanûna  2022an Hêzên Ewlekariya Tirkiyê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de bi operasyoneke hemwext bi ser ahavahiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li 9 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de girtibûn û di encam de hevserokê giştî yê partiyê  Keskîn Bayindir û 14 rêveber û hevserokên din ên DBPê hatibûn destserkirin. 

Li gor zanyariyan îro 26ê Kanûna 2022an Hevserokê DBPê û 14 kesên din ên destserkirî piştî  4 roj ji mana li navenda ewlekariyê bo dadgehê hatin veguhastin.

Hatiye ragihandin ku kesên destserkirî qebûl nekirine ku li navenda ewlekariyê îfadeyê bidin û mafê xwe yê neaxaftinê bikar anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst