Li Colemêrgê bavê 6 zarokan ji kendal ket û canê xwe ji dest da

26-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi şev 25ê Kanûnê ajeldarek ku pezên xwe diçêrand, ji kendalekî ket û canê xwe ji dest da.

Li mêrga gundê Keha Kilîlan ê Colemêrgê, doh bi şev ajeldarê bi navê Şakir Adiyaman ê 45 salî dema ku pezê xwe diçêrand ji kendalê ket.

Piştî ku pezê wî bi serê xwe vedigere gund, gundî diçin cihê çêrê û wî dibînin.

Li ser agahdarkirinê, tîmên AFADê û tîmên tendirustiyê diçin cihê bûyerê.

Termê Şakir Adiyaman, bi alîkariya gundiyan bi ambulansê hat veguhestin û rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Şakir Adiyaman zewicî ye û 6 zarokên wî hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst