Hewlêr (Rûdaw) - Azîme Osman keça wê Aştî Cebraîl û neviyê xwe Raz ku di keştiya binavbûyî ya li Deryaya Egeyê de winda bûne, ji Kerkûkê bi rê ketibûn. Malbatên wan dixwazin xizmên wan bên dîtin.
Azîme Osman (66), keça wê Aştî Cebraîl (36) û neviyê Raz Karwan (9) ên ji malbateke kurd a Kerkûkê, ku hat ragihandin di 23’ê Kanûnê de di yek ji belemeke ku li Derya Egeyê binav bûbû de, winda ne. Hevjînê Aştî Karwan û 2 zarokên wan ji aliyê pasevanê peravê yên Yunanê ve hatin rizgarkirin.
Necet Fatîh apê Aştî jî wiha got: “Bavê wî şehîd bû. Me jî termê wî jî nedît. Daxwaza me ji Hikûmeta Kurdistanê ew e ku termê keça me bibînin û ji me re bînin.”
Ji beleme ku li bakurê Girava Antikythera li nêzî giravekê binav bû 90 kes hatin rizgarkirin û 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Necat Fatîh da zanîn ku Azîme Osman û malbata xwe bi qaçaxçiyan re li hev kirine ku biçin Îtalyayê, lê bi vê dawiya xemqîn re rû bi rû mane.
Yasîn Osman apê Aştî bi gazin got “Çend caran min ji te re got neçin? Min cara dawî dîsa gazî kir, lê ew çûn. Gotin ji me re dua bikin. Serê sibê saet di 04:30 de agahî dan ku keştî binav bûye. Derket holê ku qaçaxçiyan 105 kes li keştiyek piçûk siwarkirine, ew pir bêwijdan in.”
Helkewt Sîdîk ku ji aliyê polîsên ewlekariya peravê ya Yunanê ve hat rizgarkirin got, “Em niha li kampa girtî ne. 90 kesên hatin rizgarkirin anîn vir.
Şeva ku roja sêşema borî bi çarşemê ve girêdabû, keştiya ku bi qasî 50 koçberan tê de bûn li girava Folegandros binav bû.
Li gorî agahiyên malbat û xizmên wan, qaçaxçiyên li Tirkiyeyê ji bo her koçberekî 10 hezar dolar distînin li beleman siwar dikin û bi hêviya ku derbasî Îtalyayê bibin.
Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Îzmîrê ragihand ku di nava hefteyekê de 631 koçber û 3 organîzatorên ku dixwestin bi rêyên dereqanûnî birevin derveyî welat, hatine girtin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse