Xwebexşan ji bo ajelên kovî xwarin danîn herêmên berfê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Agiriyê kesên xwebexş bo ajelên kovî li herêmên ku berf lê zêde bariye xwarinê datînin.

Grûpeke xwebexş û jîngeparêzên parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, di vê hewaya sar de ku hemû ew navçe spîpoş bûye, ji bo ajelên kovî xwarinê datînin ser berfê.

Ajelên kovî nikarin xwarinê bibînin

Xwebexş vî karî di bin sîwana Heyva Sor de bi şêweyekî bernameyî pêk tîne.

Serokê Şaxa Heyva Sor a Agiriyê Orhan Tatli, dibêje, “Hewa gelek sar e. Niha her der bi tevahî spîpoş bûye. Ji ber hewayê ajelên kovî, di dîtina xwarinê de zehmetiyan dibînin. Em weke xwebexşên navçeyê, me îsal jî wek salên borî li sirûştê dest bi danîna xwarinê kir.”

Zivistana dijwar

Rêveberiya Parkên Niştimanî û Parastina Xwezayê jî beşdarî vê kampanyayê bû.

Kampanya di demekê de ye, ku li piraniya cihên wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê nêzîkî 40 santîmetreyan berf bariya ye. Bi rêya dronan vîdeoyên çalakiyê hatin tomarkirin.

Bi dirêjiya zivistanê dê berdewam be

Jineke xwebexş, diyar dike, “Li Agiriyê hewa gelekî sar e. 25-26 pile di bin sifirê de ye. Zivistaneke dijwar e. Me wek malbata Kizilayê dest bi çalakiya danîna xwarinê kir. Me ji bo ajelên kovî xwarin aniye vê derê.”

Di roja yekem a kampanyayê de xwebexşan ji bo ajelên kovî tonek xwarin li çend navçeyên Agiriyê danîn. Li gor bernameyê, ev çalakî bi dirêjahiya zivistanê berdewam dibe.