Keşeyê dêra Mêrdînê: Pêşiyê Kurdan bawerî bi Îsa Mesîh anî

26-12-2021
Abdulselam Akinci
Merasîma li Dêra Propestan a Mêrdînê
Merasîma li Dêra Propestan a Mêrdînê
Nîşan Mêrdîn Ender Peker Kurd Dêra Mêrdînê Îsa Mesîh Krîstiyan Kurdên Krîstiyan
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Krîstiyanên protestan yên Mêrdînê bi boneya cejna jidayîkbûna Hz. Îsa ango Cejna Christmas (Noel)  li dêra prostestanan a Mêrdînê pîrozbahiya cejnê kirin. Keşeyê dêrê dibêje, pêşiyê Kurdan bawerî bi Îsa Mesîh anîne, lewma ev cejn ji bo Kurdên Krîstiyan du car girîngtir e.

Keşeyê dêra protestanan a Mêrdînê Ender Peker e û li gor Peker kesên ku cara ewil baweriya xwe bi Îsa Mesîh anîne Kurd in û li gor wî Cejna Christmasê ji bo Kurdên Krîstiyan du car girîngtir e.

Ji bo ayîna Cejna Christmasê ji Mêrdîn û bajarên derdora Mêrdînê hejmareke zêde bawermendên Mesîhî civiyan û îbadeta xwe kirin û cejna hev pîroz kirin. Cejna Christmasê 25ê Berfanbarê destpê dike û sê rojan dewam dike.

Merasîma li dêrê

Ji saetên sibehê ve hejmareke zêde ya bawermendên Mesîhî ji bo beşdarbûna pîrozbahiya Cejna Christmasê li dêrê civiyan.

Her sal di 25 Berfanbarê de bi boneya jidayîkbûna Hz. Îsa li tevahiya cîhanê Krîstiyan Cejna Christmasê li gor mezhebên xwe li dêrên cuda cuda bi şêweyên ji hev cudatir pîroz dikin. Keşeyê vê dêra protestanan jî  Kurdê ji Amedê Ender Peker e û merasîma jidayîkbûna îsa Mesîh bi şêweya mezheba protestanan ji aliyê wî ve hat birêvebirin.

Keşeyê dêrê  Ender Peker amaje bi wê yeke dike ku yên ewîlî bawerî bi Îsa Mesîh anîne Kurd in û ji ber wê jî cejna jidayîkbûna Hz. îsa ji bo Kurdên Krîstiyan du car an watedartir e.

`Ew ji bo ku me xilas bike hat`

Ender Peker, Keşeyê Dêra Protestanan a Mêrdînê, dibêje, “Bûyîna Îsa Mesîh e em pîroz dikin ku ew hatiye dinyayê ji bo ku me xilas bike. Noel ev e. Li her dera dinyayê hemû Mesîhî vê bi kêf û coş pîroz dikin. Roja cejnê em hemû li vir kom dibin. Em sirûda dibêjin diayan dikin û car carna em tiyatro jî çêdikin. Wez li ser wî tê dayînê em xwarinê dixwin bi wî şiklî em pîroz dikin.”

Cejna Christmasê ya ku di 25ê mehê de destpê kir dê sê rojan berdewam be. Ji bo pîrozbahiya Cejna Christmasê ji xeynî Mêrdîn û navçeyên Mêrdînê ji Amedê û bajarên derdora Mêrdînê jî li gel Krîstiyanan Misilman jî beşdarî merasîma dêrê bûn û cejna cîranên xwe yên Mesîhî pîroz kirin.

`Ez Krîstiyanekî Zaza me`

Nûrsel Bayram, Perwerdekar, dibêje, “Em xwarinan çêdikin, li malan digerin, em hemî li vê derê kom dibin. Xwarin û vexwarina xwe dixwin û em wisa diçin.”

Emîn Çagatay Paçal-Bijîşk, dibêje, “Îsa Mesîh ji bo me hêvî ye, hezkirin e,jidayîkbûna wî, me gelek bextewar dike.”

Serhat Zekî, Xebatkarê Dêrê, dibêje, “Ez jî Krîstiyanekî Zaza me. Ez bawer dikim ku Îsa Mesîh xilaskerê me ye.”

Hejmara Krîstiyanên li Mêrdînê

Ethem Caca, Cotkar, dibêje, “Ew cîranên min ên Krîstiyan in. Ez bi pastor (keşe) re jî hevnas im. Em jidil in û her tim cejna wan pîroz dikim.”

Li gor cimaeta Mesîhiyên Mêrdînê, li tevahiya Mêrdînê zêdetirî 4 hezar Krîstiyan hene ku beşek ji wan Katolîk in, beşek ji wan Protestan û beşek ji wan jî Suryanî ne ku bi hezaran sal in li ser vê axê li gor baweriya xwe îbadetên xwe dikin û dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst