Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî da 3,000 malbatên mexdûr ên lehiya Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand ku li 15 navçeyên cuda yên Hewlêrê li ser zêdetirî 3 hezar malbatên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine, pakêtên alîkariyê belav kirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev ji bo kesên di lehiyê de mexdûr bûne tenê alîkariya destpêkê ye û dê tazmînat jî bê dayîn.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro Yekşembê 26ê Kanûna 2021an di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, alîkariyên ji bo malbatên ku di lehiya 17'ê Kanûnê ya li Hewlêra paytext de mexdûr bûne hatin komkirin, bi pakêtan li mexdûran hatin belavkirin.

Hat diyarkirin ku di pakêtên alîkariyê yên ku li 15 herêmên cuda yên paytextê hatin belavkirin de, xwarin, betanî, doşek, mafûr, neft, sobe, gaz û kelûpelên elektrîkî yên nav malê hene.

Di daxuyaniyê de navên rêxistinên ku alîkarî dane jî cih girt. Li gor daxuyaniyê, ji kompaniyan; kompaniyên Barêz, Grûpa Geliyawe, Hemn Group, Kompaniya Lanaz, Kompaniya Darîn, Kompaniya Ala, Kompaniya Kar û Kurdmax alîkarî dane, herwiha ji rêxistinan jî; Derzgeha Ruwange, Heyva Sor a Iraqê şaxa Hewlêr û Heyva Sor a Îmaratê û ji aliyên hikûmî jî Parêzgeha Hewlêrê, Parêzgeha Duhokê, Parêzgeha Enbarê, tîma Emmar Hekîm, Pasevanên Sînor, Îdareya Serbixwe ya Zaxo û Lawên Çamçelê alîkarî pêşkêş kirine.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herwiha eşkere kiriye ku ev alîkarî tenê alîkariyên destpêkê ne ji bo wan kesên ku ji ber lehiyê zirar dîtine û tekez kiriye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sermayedar û hinek bank dê tazmînatê bidin zirarpêketiyên lehiya Hewlêrê.

Di lehiya 17ê Kanûnê ya li Hewlêr de,12 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek mal, wesayît û cihên kar zirar dîtin.