Ji Komeleya Nûbiharê kursên Kurmancî, Soranî û Zazakî

26-12-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdî Komeleya Nûbihar Kursên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Nûbiharê, bo heyama zivistanê kursên Kurmancî, Soranî û Zazakî dide destpêkirin.

Komeleya Nûbiharê bi salan e ku çalakiyên çandî û kursên ziman dide, piştî serdema Kursên Payîzê di bin sîwana Atolyeya Zimanê Kurdî de, piştî sersalê dest bi kursên Kurdî yê online dike.

Kurs dê bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Zazakî cuda cuda bên dayîn.

Herwiha dê ji bo zarokan jî bi zaravayê Kurmancî kursên cuda bên dayîn.

Serdema Kursên Online ji 1ê Çile heya 31ê Adarê 2022 ye û sê mehan berdewam dibe.

Kesên ku bixwazin beşdarî kursan bibin pêwîst e di navbera 20-31 Kanûna 2021an de serlêdanên xwe bikin.

Herwiha kesên dixwazin beşdarî kursan bibin, ji bo têkilî û zanyariyên berfireh dikarin bi rêya Whatsappê li vê hejmara telefonê (0552 8467532) bigerin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst