Ji ber girtina deriyê Pêşabûr gelek welatî asê man

26-12-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Bi dirêjahiya 2 kîlometre, otomobîl li pey hev li ser rê rawestiyane (Wêne: Rûdaw -25/12/2021)
Bi dirêjahiya 2 kîlometre, otomobîl li pey hev li ser rê rawestiyane (Wêne: Rûdaw -25/12/2021)
Nîşan Pêşabûr Sêmalka Rojavayê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê Ciwanên Şoreşger
A+ A-

Sêmalka (Rûdaw) – Ji ber girtina deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka, hejmareke zêde ya welatiyên ku niştecihên Başûrê Kurdistanê ne, li aliyê Rojava asê man. Derî tenê sê rojan hat vekirin, ew jî ji bo karmendên rêxistinên navdewletî û hilgirên îqameyên welatên Ewropayê û Başûrê Kurdistanê.

Karên xwe nîvco hiştin û hatin ser sînor, ev welatiyên Rojavayê Kurdistanê ne ku nişteciyên Başûrê Kurdistanê ne û bi serdan hatibûn Rojava.

Rokistan Ebfulrehman Emîn a 23 salî ku dayika du zarokan e ji bo çareseriya nexweşiyeke jinane hatibû Qamişlo lê piştî çend rojan ji gihandina wê, deriyê sînorî hat girtin û tenê roja 25/12/2021 rê pê dan vegere.

Rokistan Ebfulrehman Emîn, serdanker, dibêje, “Ez hatibûm doktor, lê sînor hat girtin, em ji doktor jî man, ji ber ku karê me li aliyê din jî heye.”

Çîroka piraniya wan wek hev e, derî heya demeke ne diyar girtî dimîne.

Caziya Hesen, serdanker, dibêje, “Ez ji kampa Berdereş im, ez bi nexweşiyê daketibûm, lê duh ragihandin ku tenê ev roj heye, em vegeriyan, lê me karê xwe xelas nekiribû bi rastî.”

Bi dirêjahiya 2 kîlometre, otomobîl li pey hev li ser rê rawestiyane û li benda dora xwe ne, rêkarên xwe li Sêmalka bicî dikin û bi rêya deriyê Welîd re ku 10 km dikeve başûr derbas dibin.

Yasîn Elî, ajokar, dibêje, “Ji 03.00ê şevê me da rê, em di rêya Qamişlo re hatin, em matmayî man, me pêşbînî nedikir ewqasî xelk li vir bin, dora 500 heya 600 otomobîl hene.

Di 15 vê mehê de û ji ber êrîşeke bi keviran ya grûpa Ciwanên Şoreşger, rêveberiya Pêşabûr bi temamî derî girt û roja pêncşemê 23 vê mehê ji bo derketina karmendên rêxistinên biyanî destnîşan kir û roja înê 24 mehê ji bo derketina hilgirên îqameyên Ewropî û roja şemiyê 25 heman mehê ji bo hilgirên îqameyên Başûrê Kurdistanê hatin diyar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst