Galeriya wêneyan

26-12-2021
33 Photos

Îro roja Yekşemê (26.12.2021) termên 16 koçberên Kurd ku di Kanala Îngilîz de xeniqîbûn bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.

Di bûyera roja 24ê Mijdarê ya Kanala Îngilîz a di navbera Fransa û Brîtanyayê de belemeke koçberan binav bû û di encamê de 27 koçber ku 17 ji wan Kurd bûn jiyana xwe ji dest dan û tenê 2 kes jê rizgar bûn ku yek ji wan Kurd bû.

Ew koçberên Kurd ku di Kanala Îngilîz de jiyana xwe ji dest dan, ji Raparîn, Zaxo, Soran, Derbendîxan û Hewlêrê koçber bûbûn.

Termê wan 16 koçberên Kurd îro bi merasîmên cuda bi axê ve tên spartin.

 

Wêne: Bilind Tahir/Rûdaw